Xelkê Êlihê êrîşên li dijî Tişrinê protesto kir
Li Êlihê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Tişrînê û qetilkirina sivîlan hate protestokirin.
Li Êlihê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Tişrînê û qetilkirina sivîlan hate protestokirin.
Rêxistina DEM Partî ya Êlihê daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir.
Di çalakiya li Parka Yilmaz Guney de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hate vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berkzirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Sêrtê beşdarî çalakiyê bû.
Hevserokê DEM Partî ya Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk êrîşên dagirkeriyê şermezar kir û wiha got: “Em siyaseta demokrasî, aştî, diyalog, edalet û wekheviyê diparêzin.”
‘GELEK SIVÎL TÊN QETILKIRIN’
Tekîk bertek nîşanî êrîşên li ser herêma Bendava Tişrînê da û wiha got: “Hunermend, jinên siyasetmedar, ciwan û gelek sivîl tên qetilkirin. Em vê rewşê bi tundî protesto dikin.”
Hevserokê DBP’ê Resul Çetîn jî xwest polîtîkayên êrîşkar demildest bêne rawestandin û bang kir ku hiqûqa navneteweyî bikeve dewrê.