Hevşaredar Sariyildiz ji girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hate sirgûnkirin

Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz ku wezîfeya wî hate desteserkirin û dîl hate girtin, ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Kirşehîrê hate sirgûnkirin.

SIRGÛN

Hevşaredarê Akdenîz a Mersînê Hoşyar Sariyildiz ku hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hate kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal wiha got: “Me bihîst ku Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz ji Girtîgeha Tarsusê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hatiye kirin. Zilma we jî bi qasî tirsa we mezin e. Roj dê were hûn ê bibêjin ‘Ev ne biryarên me bûn.’ Her kesê vê zilmê erê dike şirîkê vê zilmê ye. Her kesên ji polîtîkayên qeyûm keyfê dike, rojekê dê hesabê bidin hiqûqê.”

Hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç, Yakup Daniş û Hîkmet Bakirhan di 10’ê Çileyê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Hevşaredar Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Oruç di 13’ê Çileyê de hatin girtin.