Dayikên ku li ser sînorê Kobanê di nobedê de ne: Divê her kes xwedî li Rojava derkeve
Dayikên ku li dijî êrîşên li ser Bendava Tişrînê li Pirsûsê di nobedê de ne, bang li her kesî kirin ku xwedî li Rojava derkevin.
Dayikên ku li dijî êrîşên li ser Bendava Tişrînê li Pirsûsê di nobedê de ne, bang li her kesî kirin ku xwedî li Rojava derkevin.
Dewleta Tirk ji 8'ê Kanûnê û vir ve êrîşê dibe ser Bendava Tişrînê û derdora wê ku li başûrê bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi zêdebûna êrîşan re gel li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û navçeya Pirsûs a Rihayê dest bi çalakiya nobedê kir. Çalakiya ku li dijî êrîşan destpê kir, bi nobeda li ser sînorê Kobanê û Qamişloyê re li gelek bajaran belav bû. Çalakiyên ku 9'ê Çileyê destpê kirin wê heta 31'ê Çileyê dewam bikin.
Dayikên ku li ser sînorê Kobanê li dijî êrîşan di nobedê de ne ji ANF'ê re axivîn.
'ROJAVA JI BO ME RÊBERTÎ YE'
Nesîbe Kuçukkiliç: Em ji bo aştiyê li vê derê ne. Em ji bo xwişk û birayên xwe yên li aliyê din ê sînor li vê derê ne, ji ber ku em xwişk û bira ne. Em êdî şer naxwazin, em naxwazin zarokên me bimirin. Em ew dayik in ku dilê wan dişewite û tenê daxwaza aştiyê dike. Rojava niha di bin zilmê de ye û em vê zilmê qebûl nakin. Ji bo ev zilm biqede em li vê derê ne. Em ji mirinê natirsin, lê belê ew ji cenazeyên me jî ditirsin. Rojava ji bo me her tişt e; Rojava ji bo me Rêbertî ye.
'EM AŞTIYÊ DIXWAZIN'
Rahîme Kizilkaya: Em aştiyeke bi xwişk û biratiyê dixwazin. Ya ku li Rojava tê kirin zilm e. Em ji bo aştiyê li vê derê ne; ji bo jiyaneke wekhev têdikoşin; ji bo zarokên xwe têdikoşin. Rojava em in! Em dixwazin êrîşên li ser Rojava tavilê biqedin. Em dixwazin êdî aramî bê Rojava.
'EM VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKIN'
Meryem Soylû: Bi taybetî silavên xwe ji gelê me yê li Rojava re dişînim ku li ber xwe dide. Gelê Kurd û her kes divê xwedî li Rojava derkeve. Yên ku ji aliyekî destê aştiyê dirêj dikin, ji aliyê din ve jî êrîşî Rojava dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Jin û zarokan qetil dikin. Navnîşana çareseriyê diyar e. Navnîşana aştiyê Rêberê Kurdan Birêz Ocalan e. Em dixwazin gel hemû di nava aştiyê de bijîn. Çi dibe bila bibe divê em xwedî li Rojava derkevin. Em êdî êrîşan qebûl nakin. Em vê zilmê qebûl nakin. Spasiya her kesên beşdarî vê berxwedana bi rûmet bûne dikim.
'ROJAVA DILÊ GELÊ KURD E'
Şahîle Gulten: Ji bo êrîşên li ser Rojava biqedin em li vê derê ne û têdikoşin. Êdî bes e! Ew xak xaka wan e. Hûn çima êrîşî xaka wan dikin? Em ji bo bibin dengê wan li vê derê ne. Hûn aştiyê tenê dikarin bi Kurdan re bikin, lewma divê êrîş bisekinin. Rojava dilê gelê Kurd û Kurdistanê ye. Rojava ji bo me her tişt e. Eger Rojava bi ser bikeve wê gelê Kurd bi temamî bi ser bikeve.