Li çoltera Dêrazorê 2 serçeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Hêzên Sûriya Demokratîk di operasyonekê de li rojhilatê Dêrazorê 2 serçeteyên DAIŞ’ê girtin.
Hêzên Sûriya Demokratîk di operasyonekê de li rojhilatê Dêrazorê 2 serçeteyên DAIŞ’ê girtin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku di operasyoneke ewlehiyê de li rojhilatê Dêrazorê 2 serçeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin.
Di daxuyaniya QSD’ê de wiha hate gotin: "Hêzên TOL li gorî agahiyan, piştî şopandinê û tesbîtkirina cihên çete lê xwe veşartine, di operasyoneke ewlehiyê de li bajarokê Xeşam ê rojhilatê Dêrazorê girtin. Navê serçeteyekî Kerîm El Nehar e û yê duyemîn Ebdulkerîm Emîr El Kerîm El Nehar e û her du jî ji Xeşam in."
Li gorî daxuyaniyê, destê her du serçeteyan di êrîşên terorîst ên li dijî hêzê û saziyên sivîl û tankên sotemeniyê de heye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rast e bi parastina herêmê ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mijûl e lê di heman demê de operasyonên ewlehiyê li dijî bermahiyên DAÎŞ`ê didomîne.