BI DÎMEN

Di roja 4'emîn a Meşa Dirêj de li Rennesê civîna gel hate lidarxistin

Di roja 4’emîn a Meşa Dirêj de li bajarê Rennes ê Fransayê civîna gel hate lidarxistin.

Meşa Dirêj ku 21’ê Çileyê di çarçoveya Pêngava ji Rêber Apo re Azadî ji Pirsgirka Kurd re Çareserî de destpê kir, di roja 4’emîn de li bajarê Rennes ê Fransayê bi civîna gel dest bi xebatên xwe kir.

Li Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk a Rennesê bi beşdariya endamên Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj Saniye Tûnc û Cûma Tak civîna gel hate lidarxistin. Di civînê de têkildarî pêvajoya giştî, Pêngava ji Rêber Apo re Azadî ji Pirsgirka Kurd re Çareserî û Meşa Dirêj a 26 rojan ku di vê çarçoveyê de hate destpêkirin, gel hate agahdarkirin.

Cûma Tak di civînê de axivî û wiha got: “Em di van rojan de ku ji pêvajoyeke dîrokî derbas dibin, vê civînê li dar dixin. Di dîroka me ya têkoşînê ya 50 salî de tevgera me îro jî serdema xwe ya herî bihêz dijî. Şoraşa li Rojava û têkoşîna gelê Kurd gihiştiye qonaxeke girîng. Di vê yekê de xwediyên rola herî mezin Rêber Apo, gerîlayên berxwedêr, şehîdên me û gelê me ye. Dewleta Tirk li hemberî berxwedana Rêber Apo, tevgera me û gelê me bêçare maye. Di vê çarçoveyê de çûye ber lingê Rêber Apo. Rêber Apo vê pêvajoyê bi daneheva xwe ya têkoşînê, felsefeya xwe ya kûr û pêşbiniya xwe rêve dibe. Em bawerî bi Rêbertiya xwe tînin. Erka herî mezin ku îro dikeve ser milê me ew e ku bi têkoşîn û berxwedana xwe, berxwedana Rêber Apo mezin bikin û destê wî xurt bikin.

Em bi hêsanî nehatin van rojan. Em bi ked û berdêlên mezin hatin. Ji ber vê yekê divê em qîmeta van rojan bizanibin. Em pir nêzîkî serkeftinê ne, lê xeterî jî hene. Em bi temamî bawerî bi hêza xwe ya cewherî û îradeya xwe ya cewherî tînin. Dewleta Tirk ketiye pey lîstokên cuda, divê di vê wateyê de hişyar bibin. Me berê di pêvajoya 2013’an de ev tişt got dewleta Tirk; Çi demê Tirk û Kurd bi hev re tevgeriyan Tirk bi ser ketin. Me got bila êdî Kurd jî bi ser bikevin. Em îro jî heman tiştê dibêjin. Tu hevkêşeya ku Kurd bi ser nekevin, wê krîza Tirkiye û Rojhilava Navîn çareser neke.

Yek ji faktorên ku hişt pêvajo bê van rojan Pêngava ji Rêber Apo re Azadî ji Pirsgirka Kurd re Çareserî ye ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de destpê kir. Bi vê pêngavê re şert û mercên îro çêbûn. Ev pêngav bû gerdûnî. Ji ber vê yekê berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê gelê me yê li Ewropayê jiyan dike. Em ê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê meş û mitîngeke bi tevlîbûna zêdeyî 100 hezar kesî li dar bixin. Ev hêz û îradeya me heye. Em ê meşa 26 rojan, di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bi dawî bikin. Di vê çarçoveyê de divê tevahiya gelê me biherike Strasbourgê û îradeya xwe nîşan bide.

‘HÊZA ME HEYE KU EM LI DIJÎ HOVAN BI SER BIKEVIN’

Piştî Cûma Tak, Saniye Tûnç mafê axaftinê girt û wiha got: “Em îro di roja 4’emîn a çalakiya xwe de ne. Em li Rennesê bi we re ne. Em bi vê çalakiyê armanc dikin ku şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me bên afirandin û Kurdistan statu qezenc bike. Em ê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bin. Armanca me mezin e, li gorî vê têkoşîna me jî mezin e. Jinên Kurd 50 sal in ji bo azadiyê têdikoşin, berdêlên herî giran didin. Têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd îro ji bo tevahiya jinên Kurd bûye mînak. Hêza me heye ku em li dijî hovan bi ser bikevin.”

MEŞ TEVÎ BARANA ZÊDE DEWAM KIR

Piştî civînê li pêşiya navendê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de wate, girîngî û armanca meşê bi raya giştî re hate parvekirin û wiha hate gotin: “Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Rêbertiya me, felsefeya me û têkoşîna me ya azadiyê heye. Rêber Apo îradeya gelê Kurd e. Gelê Kurd di şexsê wî de tê tecrîdkirin. Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dixwazin.”

Piştî daxuyaniyê, bi beşdariya gel di bin barana zêde de lingê Meşa Dirêj a Rennesê destpê kir.