Rojnamevan Eylem Babayîgît hate girtin

Rojnamevan Eylem Babayîgît bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin. Rojnamevan Eylem Babayîgîtê peyama ‘Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin’ da.

Eylem Babayîgît a ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hatî destpêkirin û di 22’yê Çileyê de hatî binçavkirin, piştî kiryarên li Mûdûriyeta Ewlehiyê ji Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê re hate sewqkirin. 

Dozgeriyê bêyî ku îfadeya Babayîgîtê bîstine, dosya lêkolîn kir û bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ û bi daxwaza girtinê ji Dadgeriya Cezayî ya Sulhê ya Nobedar re sewq kir. 

DI NAVA MEHEKÊ DE 13 ROJNAMEVAN HATIN GIRTIN

Parêzerên Eylem Babayîgîtê pê hesiyan ku heman dadgêrê Dadgeriya Cezayî ya Sulhê ya Nobedar di nava mehekê de biryara girtina 13 rojnamevanan daye û serlêdana ‘redkirina dadgêr’ kirin. Serlêdana parêzeran nehate qebûlkirin.

Dadgêriyê bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ biryara girtina Babayîgîtê da. Hate zanîn ku dê Eylem Babbayîgîtê bibin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê.

PEYAMA EYLEM BABAYÎGÎTÊ

Eylem Babayîgîtê bi rêya parêzeran peyamek şand û di peyama xwe de gotiye: ‘’Em ê li her derî binivîsin. Nikarin Çapemeniya Azad bê deng bikin.’’ 

Hate zanîn ku Eylem Babayîgît ji ber bernameyên xwe yên televîzyonê hatiye sûcdarkirin. Herweha rojnamevan Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Oruç û Reyhan Hacioglû jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin û bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ hatibûn girtin.