BI DÎMEN

Êrîşên li ser Tişrînê li Atinayê hatin protestokirin

Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Atinayê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê protesto kir.

Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Atinayê bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê li Qada Syntagma daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Defend Rojava” hat vekirin û dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” hatin berzkirin.

Daxuyanî bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Li ser nave Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Atinayê Mahsûm Benek axivî û got: “Îro êrîşek dijwar li ser Rojava heye. Bi hovane êrîşî Tişrînê dikin û deskeftiyên me tên hedef girtin. Em êrîşên leşkerî, êrîşên li ser gelê me, çanda me û zimanê xwe qebûl nakin. Em ê li hemberî van êrîşan li ber xwe bidin. Hebûna Tirkiyeyê li herêmê dagirkeriye. Heta ku em dewleta Tirk a dagirker ji xaka xwe derxin wê berxwedana me bidome. Em berxwedana dîrokî ya şervanên QSD, YPG û YPJ’ê pîroz û silav dikin. Em soza ku wê ala wan tim li ba be didin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.