QSD'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

QSD'ê diyar kir ku 3 şervanên wan li kantona Dêrazorê şehîd bûne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervan Elî El Igêdî, Hecî û Qortay Hesekê li kantona Dêrazorê di demên cuda de şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê der barê mijarê de daxuyaniyek da û got, "Hêzên me li dijî tevahî cureyên terorê, têkoşîneke domdar dimeşînin û ewlehiya şêniyan di tevahî şert û mercan de diparêzin.

Fedakarî û berxwedana şervanan li eniyan bingeha têkoşîna hêzên me ne û cîhan bûye şahidê vê berxwedanê ku teror tune kir û ewlehî li herêmên rizgarkirî sepand.

Şervanên me Elî El Igêdî (Enwer Beşar El Ilêwî), Hecî (Ziyad Hesan El Îbrahîm) û Qortay Hesekê (Ebûd Mehmûd El Hemade) dema li ser erka xwe bûn, di demên cuda de şehîd bûn.

Her sê şervan bi ruhekî hevaltiya bilind, têdikoşiyan. Di şer û xebatên xwe de jêhatîbûna xwe isbat kirin ka çi qasî pabendî perspektîf û qanûnên hêzên me ne.

Em sersaxiyê ji xwe û ji malbatên her sê şehîdan re dixwazin û careke soz didin ku têkoşîna xwe dewam bikin ta ku xewnên şehîdan û welatekî azad bê teror û dagirkerî, ava bikin."

Di daxuyaniyê de têkildarî nasnameya şehîdan ev agahî hatin dayin:

Nasnav: Elî El Igêdî
Nav û paşnav: Enwer Beşar El Ilêwî
Navê dayikê: Ruqeye El Turkî
Navê bav: Beşşar
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor - Qûriye, 2005
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor – Şinan, 21.09.2024

Nasnav: Hecî
Nav û paşnav: Ziyad Hesan El Îbrahîm
Navê dayikê: Nehla El Elî
Navê bav: Hesan
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê, 2005
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hewayic Zîban, 23.09.2024

Nasnav: Qortay Hesekê
Nav û paşnav: Ebûd Mehmûd El Hemade
Navê dayîkê: Cemîle
Navê bav: Hehmûd
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor-Erîşe, 2000
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hewayic Zîban, 23.09.2024