'Pirsgirêkên herêmê wê bi fikrên Rêber Apo çareser bibin'

Gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin û gotin: “Wê hemû pirsgirêkên li herêmê û Rojhilata Navîn bi fikrên Rêber Apo çareser bibin.”

Gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên Komploya 9’ê Cotmehê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û têkildarî komployê ji ANF'ê re axivîn.

Yek ji gaziyên şer Elî Tirkî destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî bi awayekî sîstematîk li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku avakerê neteweya demokratîk e,  hat pêşxistin û ev yek anîn ziman: ‘’Hemû hêzên navneteweyî yên cîhanê kom bûn da ku bi awayekî Rêber Apo bigirin û teslîmî dewleta Tirk bikin.  Hêzên hegemon ên ku fikr û paradîgmaya Rêber Apo ya hemû gelan digire nav xwe, li gor berjewendiyên xwe nedidîtin, bûn yek û li hember Rêber Apo komploya navneteweyî  pêkanîn.’’

Elî Tirkî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda Îmraliyê û got: ‘’Hêzên hegemon Rêber Apo li Îmraliyê di odeyeke yekkesî de û di bin tecrîdê de digirin. Fikrên Rêbertî li ser esasê xwişk-biratiya gelan e û bi paradîgmaya Rêber Apo, gel dikarin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Fikrên Rêber Apo ji bo gelên kedkar û bindest in. Di çareseriya pirsgirêkên civakî de fikrên Rêber Apo esas in. herî dawiyê dixwazim vê yekê bibêjim ku em weke hevalên gazî soz didin ku em ê tecrîda li ser Rêber Apo bişikînin.”

’ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN DO DESTÊ RÊBERTÎ DE YE’

Yek ji gaziyên din Raman Hisên jî li hemberî  Komploya 9’ê Cotmehê nerazîbûnên xwe nîşan da û wiha dest bi axaftina xwe kir: ‘’Ji destpêkirina Komploya 9’ê Cotmehê heya niha li Rojhilata Navîn pirsgirêk hene. Rewşa aştiyê ya herêmê hê jî pêk nehatiye. Rêber Apo li seranserê cîhanê yek ji wan kesan e ku aşitî û selametiyê belav dike. Rêber Apo dixwest li welat û Rojhilata Navîn rêya rast, rêya azadiyê û rêya heqîqetê nîşanî mirovan bide. Helbet hêzên hegemon nedixwest ev yek pêk were. e Hêzên komploger bi rêya îstixbarat û Gladîoyê Rêber Apo bi komployekê dan girtin.’’

Raman Hisên di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hê jî bandora komployê li ser Rojhilata Navîn heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘’Pêwîst e hemû saziyên navneteweyî yên behsa mafê mirovan dikin û welatên dibêjin em demokrat in, lê binêrin bê ka  dewleta Tirk a faşîst tecrîdeke çawa li hemberî Rêbertiya me dimeşîne. Bêguman ew hêzên hegemon ên dibêjin ku ew cîhanê bi rê ve dibin, naxwazin Rêber Apo ji Girtîgeha Îmraliyê derkeve. Ji ber ku dizanin çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn di destê Rêber Apo de ye.  Bi fikrên Rêber Apo re wê hemû pirsgirêkên li herêmê û Rojhilata Navîn çareser bibin. Ev dewletên hegemonîk naxwazin çareserî çêbibe. Rêber Apo, Rêberê rastî û mirovahiyê ye.”