MSD’ê şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî

MSD’ê şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî û got: “Armanca siyasî ya şehîd Hevrîn Xelef aştiya navxweyî, avakirina Sûriyeyeke ji bo tevahî pêkhateyên wê bû.”

ŞEHÎD HEVRÎN XELEF

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 5ˈan a şehadeta sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de, qetilkirina Hevrîn Xelef wek xaleke veguherînê di çarçoveya şerê li Sûriyeyê de hat binavkirin û hate gotin ev bûyer astengiyên mezin ên Ii pêşiya proseya aştî û demokrasiyê li Sûriyeyê aşkera dike.

Di daxuyaniyê de têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef hat bibîrxistin û hate gotin: "Şehîd Hevrîn nimuneyeke bêhempa ya jinên pêşeng e. Hevrîn bi hemû keda xwe hewl dida aştî, edalet û wekhevî ji tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê pêk werin. Armanca siyasî ya şehîd Hevrîn Xelef aştiya navxweyî, avakirina Sûriyeyeke ji bo tevahî pêkhateyên wê bû. Teqezî li ser vê yekê dikir ku dewlemendî û pirrengî jêdera hêz û yekitiya gelê Sûriyeyê ye."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin qetilkirina şehîd Hevrîn a ji aliyê koma Ehrar El Şerqiye ve ku di lîsteya ceza ya navnetweyî de ye, binpêkirina tevahî qanûn û peymanên navneteweyî ye. Her wiha wek sûcê şer hat binavkirin û hate gotin: "Ev kiryarê bêbext ê terorî rûyê rast ê wê komê nîşan dide ku nûnertiya cewhera siyasetên Tirk ên li Sûriyeyê dike."

Di daxuyaniyê de qetilkirina Hevrîn bi tundî hat şermezarkirin û bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku hesab ji qatilan bipirsin û berpirsên xwe yên exlaqî û qanûnî li hemberî tevahî sûcên ku çeteyên Enqereyê li dijî gelê Sûriyeyê dikin, bi cih bînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Pêkanîna edaletê ji Hevrîn Xelef û tevahî qurbaniyên şerê li Sûriyeyê gava bingehîn a ber bi avakirina aştiyeke mayînde û avakirina bingehên dewleteke demokratîk a pirrengî ya ku rêzê dide mafên tevahî pêkhateyan ve ye."