BI DÎMEN

Mîhrîcana Şehîd Bawer Agir di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû

Mîhrîcana Şehîd Bawer Agir ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Kobanê li dar xistibû di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.

Duh li Kobanê Mîhrîcana 4ʹemîn a Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên sporê dest pê kirin. Mîhrîcan îro di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.

Rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mawa Tolhildan axivî û wiha got: "Dixwazin Rêberê me ji gel û ciwanan qut bikin, li hemberî vê yekê hem Rêberê me hem jî gelê me bi israr û berxwedaneke bêhempa raber dikin. Ev bû 43 meh e ew dixwazin dengê Rêber Apo qut bikin, lê em wek ciwan di Mîhrîcana Şehîd Bawer de em ê azadiya fîzîkiya ya Rêber Apo misoger bikin. Em ê tola hevrêyê xwe hildin û heta dawiyê em ê xwedî li mîrasa wan derkevin."

Dayika şehîd Amara, Îslim Bozan jî axivî û diyar kir ku Bawer bi berxwedanî bersiv da dijmin û ji dijmin re eşkere kir ku êdî ciwan ti carî serî li hemberî ti kesî natewînin.

Di mîhrîcanê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Bawer Agir hat pêşkêşkirin. Her wiha Koma Reqa, Koma Cûdî, Koma Govendê ya Dayikên Kobanê, Koma Cûdî û Koma Ciwanên Şoreşger hunerên xwe pêşkêş kirin. Li kêlek wê jî hunermend Hesen Dêrik û Aycan Kobanê stran gotin û Bavê Teyar şanoyek pêşkêş kir.

Mîhrîcan bi gerandina govendê bi dawî bû.