Li Sûriyeyê êrîşa Îsraîlê: 14 kes mirin, 43 kes birîndar bûn

Di êrîşên Îsraîlê de ku bir ser çeperên leşkerî yên li herêmên navîn ên Sûriyeyê, herî kêm 14 kes mirin.

Îsraîlê êvara Yekşemê êrîş bir ser qadên li herêma navîn a Sûriyeyê ku navendeke lêkolînê ya zanistî jî di nav de bû.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a hikumeta Şamê Sanayê, midûrê nexweşxaneya li herêmê got, "Hejmara kesên ku di êrîşa li herêmên cuda yên derdora Mesyafê de ku ji aliyê Îsraîlê ve hate kirin 14 kes mirin, 43 kes jî birîndar bûn."

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî diyar kir ku ku di encama êrîşan de 3 sivîlên di wesayitekê de û 4 leşker hatin kuştin.

SOHR'ê ragihand ku di encama êrîşê de 15 kes jî birîndar bûn û got, navend û avahiya leşkerî ya li derdora Masyafê hatin hilweşandin ku navendên lêkolînên zanistî yên komên alîgirên Îranê jî lê bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin, 13 caran dengê "teqînên mezin" hate bihîstin.

Îran li Sûriyeyê xwedî 'şêwirmendên leşkerî' ye. Ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve Îsraîlê bi sedan carî êrîş bir ser artêşa Şamê û komên alîgirê Îranê.