Li ser sînorê Sûriye-Iraqê 5 milîsên alîgirên Îranê hatin kuştin

SOHR’ê ragihand ku roja Yekşemê li rojhilatê Sûriyeyê di êrîşeke li nêzî sînorê Iraqê de 5 endamên milîsên alîgirên Îranê hatin kuştin.

Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyanî da û got: “Li nêzî sînorê Sûriye-Iraqê balafireke bêmirov wesayîteke leşkerî hedef girt û di encamê de 5 şervanên alîgirên Îranê mirin.”

Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku birîndar jî hene, rewşa hin ji wan giran e, lê belê hejmara birîndaran nehat diyarkirin. Hîna ti kesê ev êrîş negirtiye ser xwe.

Li gorî SOHR’ê di meha Hezîranê de li heman herêmê di encama êrîşeke hewayî de herî kêm 2 Iraqî jî di nav de 3 şervanên alîgirên Îranê hatibûn kuştin.