Li Efrînê çar kes hatin revandin

Rêxistina Mafê Mirovan a Suriye-Efrînê ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê li navçeyên Cinderês û Raco yên Efrîn a dagirkirî, çar kesan revandin e.

Rêxistina Mafê Mirovan got, MÎT û çeteyên ku di bin navê “Ewlekariya Siyasî” de tevdigerin, li gundê Dêr Belût ê ser bi navçeya Cindirêsê ya Efrînê roja Çarşemê bi ser malan de girtin.

Hat gotin, di dema sergirtina malan de Ehmed Mihemed Nûr Hebeş (47), Mistefa Tahîr Ebdo (45) ve Omer Ehmed Henan (25) bi zordarî hatin revandin û bi cihekî nayê zanîn ve hatine birin.

Her wekî din, hat ragihandin ku “Polîsê Leşkerî” yê ku li qadên dagirkeriyê wek amûrê sucê hatiye avakirin, li gundê Sêmala yê navçeya Racoyê Selah Ehmed (50) revandiye û aqûbeta wî nayê zanîn.

Çavkaniyên herêmî ragihandibûn ku 5’ê Îlonê MÎT a Tirk û koma çete ya bi navê El Şarkiyê li gundê Meka Jêrîn ê Efrînê sê kes revandibûn.

JI ROJA DAGIRKIRINÊ HETA ÎRO ZÊDEYÎ 10 HEZAR 400 KES HATIN REVANDIN

Dewleta Tirk li Efrînê ku di 2018’an dagir kir, rejîma terorê ava kiriye.

Li gorî Navenda Tomarkirina Binpêkirinan meha Tîrmehê herî kêm 28 kes, meha Gulanê 30 kes û meha Hezîranê jî herî kêm 40 kes hatin revandin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Suriyeyê di navbera sala 2018’an heta Nîsana 2024’an herî kêm 10 hezar 332 kes hatin revandin û 463 kes hatin qetilkirin.