Li Efrîn a dagirkirî 3 kesên din hatin revandin

Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin 3 kesên din ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatin revandin.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku îstîxbarata Tirk û koma çete ya bi navê El Şarkiye sê kesên ji gundê Meka Jêrîn revandine.

Li gorî agahiyan kesên hatine revandin Mihemed Henan Seydo (37), Elî Mihemed Menkawî (36) û Hisên Ebdullah Ede (37) ne.

LI DAGIRKIRINÊ Û VIR VE ZÊDEYÎ 10 HEZAR Û 400 KES HATIN REVANDIN

Dewleta Tirk di sala 2018'an de li Efrînê rejîmeke terorê ava kir.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, meha Gulanê herî kêm 30 kes, meha Hezîranê jî herî kêm 40 kes hatin revandin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê di navbera sala 2018 û Nîsana 2024'an de herî kêm 10 hezar û 332 kes hatin revandin, 463 kes jî hatin qetilkirin.