Li Dêrazorê hewldana êrîşeke nû hate têkbirin

Meclîsa Leşkerî ya Hecînê ragihand ku komên çekdar ên Dîfa El Watanî ya girêdayî hikûmeta Şamê hewl da êrîşeke nû li ser rojhilatê Dêrazorê pêk bîne, lê ev hewldan hate têkbirin.

Meclisa Leşkerî ya Hecînê daxuyaniyek li ser malperên xwe yên medyaya dîjîtal weşand. Meclisê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin: " Çekdarên Dîfa El Watanî hewl dan bikevin gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê. Hewldan ji aliyê şervanên me ve hat têkbirin."

7-9’ê Tebaxê koma Dîfa El Watanî û komên din ên çekdar bi obus û hewanan êrîşî gundên rojhilatê Dêrazorê kirine û di encamê de zarok û jin jî di nav de 13 kes şehîd bûn, 12 kes jî birîndar bûn.

Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ragihandibû ku 25 endamên koma Dîfa El Watanî û komên din ên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê hatibûn kuştin.