LI ROJAVA RÊVEBERIYA XWESER
Bi bandora Bihara Ereb li Sûriyeyê tevgerên gel di gelek mijaran de bûn sedema guherînan. Bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li herêmê guherîna siyasî û civakî zêde bû.
Bandora Bihara Ereb bi mehên destpêkê yên sala 2011'an re bi lez li Sûriyeyê belav bû. Tevgerên gel ku li Tûnisê piştî ku firoşkar Mûhammed Bouazizi bedena xwe da ber agir destpê kir, li Sûriyeyê jî bû sedema çalakiyên mezin ên şermezarkirinê. Li Hesekê Hasan Ali Akleh meha Çileyê ji bo şermezarkirina rejîma dîktatoriyê bedena xwe da ber agir. Piştre jî li Şamê tundiya polîsan a li dikandarekî bû sedem ku hezar û 500 kes dakevin qadan û dirûşmên 'Gelê Sûriyeyê nikare biçûk bê xistin' hatin qîrîn.
Dengê 'Bila rejîm bê hilweşandin' ku berê li Misrê û Yemenê bilind bû, vê carê li bajarê Deraa yê Sûriyeyê deng vedida. Komek ji ciwanan 15'ê Adara 2011'an gotina 'Gel rejîmê naxwaze' li ser dîwêr nivîsî û hêzên rejîmê ew zevt kirin û êşeknce lê kirin. Vê bûyerê hêrsa gel a li Deraayê zêde kir û hêrs li Hama, Hûms, Lazkiye, Qamişlo û Dêrazorê jî di nav de li gelek bajaran belav bû. Çalakiyên bi navê 'Hêrsa Înê' bi rêk û pêk hatin lidarxistin. Destpêkê li Deraayê pêk hatibe jî di demeke kurt de li tevahiya welêt piştgirî wergirt.
TEQÎNA HÊRSEKE MEZIN
Di encama girtina li xwepêşandaneke meha Nîsanê Hamze el Hatip ê 13 salî bi êşkenceyeke giran hate qetilkirin, di 25'ê Gulanê de dema ku cenazeyê wî radestî malbata wî hate kirin li ser bedena wî şopa şewatê û sê fîşekan hebû. Piştî ku wêneyên Hamza li medya dîjîtal hatin parvekirin, bû sedema teqîna hêrseke mezin. Ber bi meha Hezîranê re komên têkoşer baskê leşkerî ava kirin. Di 2'ê Hezîranê de 300 Sûriyeyî li Antalyayê li hev kom bûn û 'Konferansa Guherînê ya li Sûriyeyê' lidar xistin. Di encama vê konferansê de bi serkêşiya Biratiya Misilman de komîteyek hate avakirin û Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) hate damezrandin. Di 11'ê Cotmehê de baskê siyasî yê ASA Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) ava bû.
JI EL QAÎDEYÊ BANGA CÎHADÊ
Lîderê El Qaîdeyê Eymen el-Zevahiri sala 2012'an dîmenek weşand û bang li Misilmanan kir ku tevlî cîhada li Sûriyeyê bibin. Di 12'ê Nîsana 2012'an de hate eşkerekirin ku hevdîtinên aştiyê yên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve dihatin meşandin bi ser neketine û NY'ê rewşa li Sûriyeyê weke 'şerê navxweyî' pênase kir. Vê yekê nîşan dida ku asta şer a li Sûriyeyê wê bilind bibe.
LI ROJAVA ÇI QEWIMÎ?
Li Rojava jî di Cotmeha 2011'an de Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ava bû ku rêxistineke sîwanî ya saziyî ye. Piştî ku hemû sazî û pêkhateyên li Rojavayê Kurdistanê tevlî nav bû, TEV-DEM'ê mohra xwe danî binê gelek karên cuda, xwe bi rêxistin û mezin kir. Di mijarên perwerde û parastinê de xwe bi pêş ve bir û sala 2011'an Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ava kir. Bi sala 2013'an de pêvajoya avakirina meclîs û komunan destpê kir. Gavên dihatin avêtin di sala 2012'an de êdî rêya şoreşê nîşan didan. Di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Kobanê çirûsta destpêkê ya vê şoreşê hate pêxistin. Piştre li Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Dêrikê, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Til Temir û Hesekê belav bû.
KANTON Û RÊVEBERIYÊN DEMKÎ
Meclîsa Qanûndanînê ya Demkî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 21'ê Çileya 2014'an li bajarê Amûdê li hev kom bû û Rêveberiya Demkî ya Kantona Cizîrê ragihand. Di 27'ê Çileyê de li Kobanê, di 29'ê Çileyê de jî li Efrînê Rêveberiya Xweser hate ragihandin. Pİştre jî sala 2016'an Koordînasyona Kantonan hate avakirin.
FEDERASYONA BAKURÊ SÛRIYEYÊ
Her ku sîstema xweparastinê xurt bû, qadên ji aliyê çeteyan ve hatibûn dagirkirin jî li pey hev dihatin rizgarkirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku sala 2015'an ava bû, sala 2015'an Girê Spî, sala 2016'an Minbic, sala 2017'an Tebqa û Reqa rizgar kir. Ji bo ahengiyê di navbera van herêman de pêk bîne sala 2017'an Federasyona Bakurê Sûriyeyê hate ragihandin. Di vê çarçveyê de sê herêm (Cizîr, Firat û Efrîn) û 6 kanton (Li Herêma Cizîrê Qamişlo û Hesekê; li Herêma Firatê Girê Spî, Kobanê û li Herêma Efrînê jî Efrîn, Şehba) hatin pênasekirin. Li Minbic, Reqa û Tebqayê jî Meclîsa Gel a Sivîl hate diyarkirin. Herî dawî sala 2019'an Dêrazoorê ji DAÎŞ'ê hate paqijkirin û Meclîsa Sivîl a Dêrazorê hate avakirin.
RAGIHANDINA RÊVEBERIYA XWESER
Bi vê yekê re nîqaş li ser şêweyê rêveberiyê zêde bû. Lewma di 6'ê Îlona 2018'an de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate ragihandin. Beriya vê astê, Hevpeymaneke Civakî di sala 2014'an de hatibû avakirin ku Efrîn, Cizîr û Kobanê vedihewand. Di sala 2017'an de derbasî sîstema Konfederalîzma Demokratîk bû, du qonax temam bûn, lê belê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê qonaxa sêyemîn nekarî pêk were. Lewma bi birêxistinkirina sîstema nîvcomayî re li herêmê sîstemeke dualî hate avakirin. Lewma hem sîstema Rêveberiya Xweser hate meşandin hem jî li gel wê sîstema meclîsê hate birêvebirin.
ERÊKIRINA HEVPEYMANA CIVAKÎ
Di vê çarçoveyê de sala 2021'ê bi beşdariya gelên herêmê civîn hatin lidarxistin û mijara nivîsandina Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kete rojevê. Di encama karekî ji du salan de pêşnûmeya hevpeymanê hate amadekirin û pêşkêşî Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin. Meclîsa Giştî jî 12'ê Kanûna 2023'an Hevpeymana Civakî pejirand.
SERERASTKIRINA RÊVEBERIYÊ
Li gorî hevpeymana nû ku ji çar beş û 134 xalan pêk tê, di sîstema Rêveberiya Xweser de guhertin hate kirin, navê herêmê weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate guhertin. Sîstema herêmên Cizîr, Firat û Efrînê hate rakirin û derbasî sîstema kantonan bû. Bi vî rengî sîstema ji 7 kantonên Efrîn-Şehba, Cizîr, Kobanê, Minbic, Reqa, Dêrazor û Tebqa hate birêxistinkirin.
MISOGERKIRINA MAFÊN GELAN
Hevpeymana Civakî ku xwe dispêre Konfederalîzma Demokratîk, azadiya jinê ji xwe re dike esas, civakeke demokratîk û ekolojîk ava dike, wekheviya navbera zayendan ji xwe re dike bingeh; cihêkariyê di navbera netewe, ol û mezheban de nake, pîvanên welê ji xwe re dike esas ku li pêşberî zimanê dayikê yê hemû neteweyan bi xweşbînî tevdigere û taybetmendiya demografîk a herêmê weke mîrateyekê dibîne û diparêze. Di hevpeymanê de ku navê Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî, Tirkmen, Ermen, Çerkes, Çeçen; Misilman, Xiristiyan û Êzidî derbas dibe, mafên civakan û gelan ewle dike.
SIBE: Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd qala armancên Rêveberiya Xweser ên sala 7'an kir.