HTŞ'ê êrîş bir ser leşkerên Şamê: Herî kêm 12 leşker mirin

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bakurrojavayê Sûriyeyê di êrîşa xwekujî ya Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) de yek jê efser 12 leşkerên Şamê mirin.

SOHR'ê êvara Çarşemê daxuyaniyek da û got, "Li bakurê wîlayeta Lazkiyeyê, koma Heyet Tahrîr el Şam êrîş bir ser çeperên artêşê û di encama êrîşa xwekujî de yek jê efser gelek hêzên rejîmê hatin kuştin."

Li gorî SOHR'ê ku 12 leşker hatin kuştin, hêzên Şamê windahiya herî giran a sala dawî da.

HTŞ ku hevkarê dewleta Tirk e, temamiya wîlayeta Idlibê û hin beşên ji wîlayetên cîran Heleb, Hama û Lazkiyeyê kontrol dike.

Li van herêmên ku li derveyî kontrola hikumeta Şamê ye, zêdeyî 5 milyon mirov hene ku piraniya wan ji eyaletên din hatine koçberkirin an jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine bicihkirin.

Li van herêmên di bin kontrola HTŞ'ê de ne, komên çete yên ku dewleta Tirk a dagirker yekser ew bi rêxistin kiriye û piştgiriya wan dike, her wiha leşkerên Tirk jî hene.