HRE’yê bilançoya meha Tebaxê eşkere kir

HRE’yê bi daxuyaniyek nivîskî bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di meha Tebaxê de li ser Efrîn û Şehbayê eşkere kir û got: “Hezar û 327 caran êrîşî Efrîn-Şehbayê hat kirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyek nivîskî bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di meha Tebaxê de li ser Efrîn û Şehbayê eşkere kir. HRE’yê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Tabaxê de hezar û 327 caran êrîşî Efrîn-Şehbayê kirin. HRE’yê destnîşan kir ku hezar û 107 topên obus, 109 hawanan, 63 guleyên bombetar, 6 guleyên SPG, 30 guleyên keşfa bi çek û 12 guleyên keşfên întîxarî êrîş pêk anîn.

Li gorî daxuyaniya HRE’yê bîlançoya meha Tebaxê wiha ye:

“-5’ê Tebaxê keşfa întîxarî 10 caran gundê Şealê bombebaran kir, di encamê de zirarên madî çêbû.

- 6’ê Tebaxê rokêtek li noqteya hikûmeta Şamê hat xistin, di encamê de zirarên madî çêbûn.

- 7’ê Tebaxê dronê rokêtek li gundê Hirbilê xist, di encamê de zirarên madî çêbûn.

- 8’ê Tebaxê dronê 2 rokêt li gundê Hirbilê xist, di encamê de zirarên madî çêbûn. Her wiha 2 dronê întîxarî li gundê Şawarxa ketin xwarê.

- 9’ê Tebaxê dronê 2 rokêt li gundê Şewarxa xist, di encamê de zirarên madî çêbûn. Di heman rojê de zarokê bi navê Lîlav Elî Bekir 15 salî li Kkampa Kiştarê birîndar bû.

- 12’ê Tebaxê dronê 2 rokêt li gundê Şêx Îs xist û keşfek întîxarî xwe teqand. Di heman rojê de keşfek întîxarî li gundê Merenzê xwe teqand. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

- 14’ê Tebaxê keşfa întîxarî li gundê Şewarxa xwe teqand, di encamê de zirarên madî çêbûn.

 - 15’ê Tebaxê dronê 2 caran  gundê Malîkiyê bombebaran kir, di encamê de zirarên madî çêbûn.

- 16’ê Tebaxê dronê gundê Malîkiyê bombebaran kir. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

- 17’ê Tebaxê 2 keşfên întîxarî xwe li gundê Semoqayê teqandin, di encamê de zirarên madî çêbûn.

- 18’ê Tebaxê dronê 2 gule li gundê Hirbilê barandin, di encamê de zirarên madî çêbûn.

- 19’ê Tebaxê  keşfa întîxarî li Saxonekê xwe teqand û 3 keşfên întîxarî li gundê Bênê xwe teqand, di encamê de 4 sivîl birîndar bûn. Erebeya Ebû Zekûr derbe xwar. Navên birîndaran wiha ne: Seydo Mihemed Heyder (45) ji gundê Bênê ye, Yûsif El Erec (27)  ji gundê Ziyaretê ye, Mistefa Rifet Şêxo (28) ji Meydan Ekbesê ye, Ebdurehman Mihemed Hemo (78) ji gundê Cilbirê ye.

- 21’ê Tebaxê dronê 2 gule li gundê Saxonekê barad, di encamê de zirarên madî çêbûn.

- 26’ê Tebaxê dronê guleyek li gundê Şewarqa barand, di encamê de zirarên madî çêbûn.

- 29’ê Tebaxê keşfeke întîxarî li gundê Merenazê xwe teqand, di encamê de zirarên madî çêbûn.

- 30’ê Tebaxê dronê 4 caran gundê Şewarxa bombebaran kir, di encamê de zirarên madî çêbû.”