BI DÎMEN

Hevrêyên Şivan Ronahî qala wî kirin

Hevrêyên Şivan Ronahî gotin ku wî bi jiyan, hevrêtî, fermandarî û têkiliyên xwe li gel însanan re hurmeteke mezin digirt.

ŞIVAN RONAHÎ

Şivan Ronahî (Yûsûf Nebî) ê ji Enteriyê û bavê 6 zarokan ji sala ewil a şoreşê ve ye li ber xwe dide, di têkoşîna li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk ya li ser Serêkaniyê de tevlî karwanê şehîdan dibe. Yek ji şervanên wî Mazlûm Şelal got: ‘’Weke heval û hevrêyekî me li gel me jiyan parve dikir. Şervan û fermandarekî rastîn ê şoreşê bû. Hem fermandarê şerî û hem jî fermandarê jiyanê bû.’’

Di sala 2011’an de li gel destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê li gelek herêmên Rojava êrîşên çeteyên weke Cebhet El Nusra û El Kaîdeyê destpê kirin. Di wê serdemê de bi hezaran ciwanên Rojavayî ji bo parastina gund, bajarok û bajarên xwe tevî derfetên kêm û şert û mercên dijwar çekên xwe hildan û li ber xwe dan. Ji Efrînê heya Kobanê û Qamişlo çeteyan êrîşî li hemû bajar, bajarok û gundan kirin. Gel û ciwanên Rojava xwe di bin navê YXK’ê de birêxistin kirin û weke YPG, YPJ û QSD’ê heya roja me ya îroyîn ji bo parastina destkeftiyên şoreşê têkoşîna xwe didomînin.

Dewleta Tirk dema ku dît, DAÎŞ bi ser neket bi xwe li dijî xakên Rojava êrîşên dagirkeriyê da destpêkirin. Piştî dagirkirina Efrînê ya di sala 2018’an de şervanên YPG, YPJ û QSD’ê li hemberî dewleta Tirk a di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşî Gırê Spî û Sermkaniyê dike, têkoşîneke mezin dan meşandin. Bi hezaran ciwan li dijî dagirkeriyê bêyî dudilî berê xwe dan eniyên şer. Yek ji van şervanan jî Şîvan Ronahî (Yûsûf Nebî) yê ji Taxa Enteriyê û bavê 6 zarokan bû. Şivan Ronahî li Serêkaniyê li hemberî dewleta Tirk şer kir û di 12’ê Cotmeha 2019’an de tevlî karwanê şehîdan bû.

Birayê wî yê mezin û hevrêyên wî bi rêya ANF’ê behsa Şivan Ronahî kirin.

FERMANDARÊ PÊŞENG Ê ENIYA ŞER BÛ

Birayê wî Hemdîn Nebî anî ziman ku ji ber ku bavê wan zû dest jiyana xwe daye ew li gel Şivan Ronahî weke hem bira û hem jî weke heval mezin bûne û got: ‘’Em hemû caran weke du hevalan bûn. Gelekî girêdayî malbata xwe bû. Tu carî dilê min neşikand. Ne tenê dilsozê malbata xwe bû di heman demê de gelekî girêdayî hevalên xwe jî bû. Dikarî ji bo hevalên xwe her tiştî bike. Carna tevî ku li malê nan jî nebû pereyê di bêrîka xwe de dida malbateke xizan û digot; ‘Endamên malbata min hene, wê çareyekê peyda bikin, lê belê divê malbatên xizan zehmetiyê nebînin.’ Li gel serdemên ewil ên şoreşê dema ku çeteyan êrîş dane destpêkirin, wî ew yek temaşe nekir. Dema ku êrîşî li Serêkaniyê kirin, Yûsûj jî di nava têkoşînê de cihê xwe girt. Li gelek deveran li ber xwe da. Qamişlo, Dêrik, Hesekê, Tebqa, Reqa, Til Hemis û hwd. Di hemû pevçûnan de xwe neda paş. Ji destpêka şoreşê heya sala 2019’an di nava hemû şeran de cihê xwe girt.’’

BÊWESTAN TÊDIKOŞIYA

Di nava şervanan de gelekî dihate hezkirin. Ne tenê fermandarek bû di heman demê de weke bira û heval û bavekî bû. Di nava şerî de hemû caran li herî pêş bû. Her kar dikir. Te lê dinêrî fermandar bû û di heman demê de şofêriya li wê derê jî dikir. Gelekî girêdayî Rêber Apo bû. Wî dizanîbû ku azadî wê hêsan nebe. Carna bêyî westan bi mehan li qada şer dima. Dema dihat malê jî bêyî ku em wî bibînin, digot ku li cihekî şer derketiye û divê ez biçim û diçû. Zewicî bû û 6 zarokên wî hebûn. Nedigot ku ez pêşiyê malbat û zarokên xwe bibînim. Ji bo welat û têkoşîn ji her tiştî pîroztir bûn. Dema ku me ji wî re digot ku em dixwazin te bibînin jî digot ku niha dema şoreşê ye, ne dema sekinîn û bêhnvedanê ye.

EM BI ŞIVAN RONAHÎ SERBILIND IN

Divê em xeta şehîdan baş fêm bikin. Ger Tevgera Azadiyê nebe, ne pêkan e ku gelê Kurd azadiya xwe bi dest bixe. Me weke malbat, berdêla azadiyê bi xwîna xwe da û em bi vê yekê serfiraz in. Em tu carî poşman nebûn. Di nava malbatê de beriya Yûsûf birayê me yê biçûk Çavreş şehîd bû. Em ê tim li ser xeta wan bin û bibin peyrewên wan.’’

DI ENIYÊN ŞER DE LI HERÎ PÊŞ BÛ

Şervanê Şivan Ronahî Mazlûm Şelal jî Taxa Enteriyê ye. Mazlûm da zanîn ku Şivan hermû malbar nas dikir û alikariya hemûyan dikir û ev yek anîn ziman: ‘’ Heval Şivam kurxaltiyê min e. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve em tim bi hev re bûn. Dema ku şerê Serêkaniyê dest pê kir, em bi hev re tevlî bûn. Me li Til Elo, Til Berek, Şedadê û hê gelek deverên din bi hev re di heman eniyê de li ber xwe da. Hevrêtiya Şivan gelekî cuda bû. Ji bo me weke bavekî bû. Li qada şerî morala herî mezin wî dida me. Di şerî de li herî pêş bû. Carna me jê re digot ku divê hemû caran tu li pêş nebî, lê belê di vê mijarê de tu carî guh nedida me. Kêm kes dikarin weke heval Şivan li ber xwe bidin. Di şerê xwe de gelekî bi hêz bû. Di temenê xwe de ji me mezintir bû. Ji ber vê yekê di şer de hemû caran herî pêş bû. Ev cisareta wî ji me re moraleke mezin bû. Di şerî de tu caran tawîz nedida. Li qada şerî fermandarekî gelekî hêja bû.

FERMANDARÊ JIYAN Û ŞER BÛ

Weke heval û hevrêyekî me li gel me jiyan parve dikir. Tu caran nebû fermandarekî klasîk. Şervan û fermandarekî rastîn ê şoreşê bû. Fermandarê jiyan û şerî bû. Têkiliyên wî yên li gel miravon gelekî baş bûn. Li qada şerî bêyî ferq û cudahî her kar dikir.’’

JIYANA LI GEL WÎ GELEKÎ CUDA BÛ

Şervanê YPG’ê Fener Enteriyê diyar kir taybetmendiya herî bedew a Şivan Ronahî hevrêtiya wî bûye û got: ‘’Di sala 2012’yan de li Serêkaniyê min jî di nava YPG’ê de cihê xwe girt. Min cara ewil Şivan li wir nas kir. Di temenê xwe de ji me mezintir bû û fermandarê me bû. Em ji wî fêrî gelek tiştan bûn. Hevaltî û hevrêtiya li gel wî gelekî cuda bûn. Ji ber vê yekê jî di nava hevalên xwe de gelekî dihate hezkirin. Me li hemberî wî rêzeke mezin digirt. Fermandarê me bû lê belê rêzgirtina me ne ji bo ku fermandarê me bû. Di şerî de gelekî cidî û hesas bû. Jiyana li gel wî piş xweş bû. Di kêliyên şer de jime re çavkaniya moralê bû.

DI HEMÛ PÊNGAV Û ŞERAN DE CIH GIRT

Behskirina hemû şehîdan dijwar e lê belê hin heval hene ku tê gotin têta behskirina wan nake. Heval Şivan jî yek ji wan e. Behskirina şervantî, fermandarî, hevrêtî, heza wî ya li hemberî jiyanê bi rastî jî gelekî zehmet e.  Heval Şivan di hemû şer û pêngavên Rojava de cih girt. Dema ku dewleta Tirk êrîşî li Serêkaniyê kir min jê re got ku vê carê neçe, li vir bimîne. Guh neda min û çû. Xwedîderketina bîranînên şehîdan gelekî girîng e. Nirxên me yên mezin ên me bi van xakan ve girê didin hene. Şehîdên me jî ji wan nirxan yên herî mezin in. Me heya niha ji bo wan şehîdan li ber xwe da û ji niha pê ve jî em ê bi heman awayî li ber xwe bidin.’’