Gelê Sirînê şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê bi bîr anîn
Gelê bajarê Sirînê bi pêxistina Findan şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê bi bîr anîn û gotin, “Em ê bi Fikra Rêber Apo ya Netewa Demokrat bigihêjin serkeftinê."
Gelê bajarê Sirînê bi pêxistina Findan şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê bi bîr anîn û gotin, “Em ê bi Fikra Rêber Apo ya Netewa Demokrat bigihêjin serkeftinê."
Şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê bi amadebûna bi dehan kesan li Goristana Şehîda a Bajarê Sirînê bi pêxistina mûman hatin bibîranîn.
Merasîm bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir û piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bajarê Sirînê Firdos Kino axivî û wiha got: “Yan jiyaneke azad yan jî mirineke bi rûmet. Em ê li ser vî esasî li hemberî dagirkerî û faşîzmê li ber xwe bidin.”
Firdos anî ziman ku li dijî her êrîşa li ser herêmê ew ê li ber xwe bidin û got: “Me soz daye şehîdên xwe ku em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo bighêjin serkeftinê. Em ê li hemberî her cure êrişan li ber xwe bidin. Em ê yan bi jiyaneke azad bijîn an jî mirineke birûmet bi dest bixin."