BI DÎMEN

Evîn Siwêd: Stratejiya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser zelal e

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve sala 7'an. Hevseroka Meclîsa Rêveber Evîn Siwêd got, ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê ew xwedî stratejiyeke şênber in.

RÊVEBERIYA XWESER A LI ROJAVA

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd ji ANF'ê re axivî.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve sala 7'an. Di nava 6 salan de tecrûbeyeke çawa bi dest ket?

Rêveberiya Xweser a Cizîrê sala 2014'an hate ragihandin, piştre rêveberiyên xweser ên Kobanê û Efrînê. Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazor piştî ku hatin rizgarkirin ji bo parastina xwe û xizmeta ji bo gelên xwe dest bi rêvebirina xwe kirin. Rêveberiya Xweser modeleke nû bû. Lê belê tecrûbeya kêm a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya rêvebirina xwe, li pêşiya afirandina paşeroja xwe nebû asteng. Ji ber ku sîstema dihate xwestin gelekî zelal û şênber bû. Lewma gelan ji bo yekparebûna xaka Sûrieyyê gelekî ked û berdêl dan. Di 6'ê Îlona 2018'an de bi parastina xweseriya sîstema kantonê, di nava ahengî û karekî hevgirtî de biryar hate dayin ku Rêveberiyeke Xweser ji bo Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê avakirin. Wezîfeya xwe ya bingehîn jî ew bû ku 7 kanton bi hev re karibin bixebitin, hevpar bibin û karê xwe bikin. Her wiha ji xwe re kir armanc ku nêrînên siyasî yên gelan û daxwaza wan a ji bo avakirina Sûriyeyeke paşerojê bi cih bîne. Bi tecrûbeyeke welê hate avakirin ku ji bo Sûriyeyeke ne navendî rengên cuda di nava xwe de vedihewand û bawerî û neteweyên cuda di nav de hebûn.

Di nava 6 salan de ji aliyê siyasî, civakî, perwerde, dîplomatîk û aborî ve gavên çawa hatin avêtin?

Gel û baweriyên herêmê yekem car bi îrade û rengê xwe tevlî rêveberiyê bûn û bi vî rengî wêneyekî hêja afirandin. Ev model hem li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hem jî li Sûriye û Rojhilata Navîn rola pêşengiyê bi cih tîne. Ji aliyê jinûve avakirina civakê, jinûve birêxistinkirinê, destnîşankirina rola hemû pêkhate, jin û ciwanan ve guherîn û veguherîn çêbûn. Her wiha ji perwerdeyê heta bi çand, huner û xweparastinê di gelek mijaran de di nava Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gavên girîng hatin avêtin.

Stratejiyeke welê hate pejirandin ku hemû gelên li Sûriyeyê vedihewîne û qebûl dike. Di mijara çareserkirina krîza li Sûriyeyê de siyaseta xwe eşkere û zelal e, xwedî pîvan e. Di vê çarçoveyê de bi deklarasyona ku 18'ê Nîsana 2023'an hate eşkerekirin, ev siyaset bi şênberî hate destnîşankirin. Ji bo fêhmkirina sîstemê, karên li herêmê û parastina herêmê karekî xurt ê dîplomasiyê tê meşandin. Di nava Şoreşa Rojava de ku weke Şoreşa Jİnê tê naskirin, bi taybetî di dîplomasiya jinê de gavên girîng hatin avêtin.

GELAN BI ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ PERWERDE WERGIRTIN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek neteweyan ne karîbûn bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin ne jî binivîsînin. Niha bi sîstema perwerdeyê re her netewe xwedî wî mafî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne. Di serî de Kurdî, Erebî û Suryanî bi sê zimanan perwerdeyê dibînin. Ji dibistana seretayî heta bi zanîngehê xwedî wî mafî ne ku perwerdeya bi zimanê dayikê bibîne.

DI ÇAND Û HUNERÊ DE PÊŞKETINEK ÇÊBÛ

Eger Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê ji aliyê siyasî û leşkerî ve bê nirxandin wê kêm bimîne. Li herêmê ji aliyê çand û hunerê ve jî pêşketin çêbûn. Piştgiriyeke xurt ji karên çand û hunerê re tê dayin. Hunermend jî di vê mijarê de xwedî kedeke mezin in; kirin ku hunermendên ji netewe û baweriyên cuda li hev kom bibin. Bi vî rengî hem li Kurdistanê hem jî li Sûriyeyê asteke girîng a karên hunerê hate nîşandan.

Weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armancên we çi ne?

Her kes berpirsyar e ku vê projeyê biparêze. Bi ked û berdêlên giran hate avakirin. Haya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji vê yekê heye. Ji bo parastinê, pêşvebirinê, çareserkirina kêmasiyan, bi Hevpeymana Civakî re mayindekirina wê, karên me dewam dikin. Armanca me ya bingehîn ew e ku modela nû li Sûriyeyê û bi giştî baş bidin naskirin. Ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê stratejiya me diyar e. Hewldana me ya komkirina gelên Sûriyeyê her tim wê dewam bike. Parastina xaka xwe, misogerkirina yekparebûna xaka Sûriyeyê, hevgirtina gelên Sûriyeyê û diyaloga Sûriye-Sûriyeyê ji bo me stratejîk e. Li ser vê bingehê jî em ê karên xwe dewam bikin. Eger hikumeta Şamê destê xwe bide destê hin derdorên ku êrîşî Rêveberiya Xweser dike û tevlî van êrîşan bibe, hingî ev yek wê careke din bandoreke neyînî li rewşa Sûriyeyê bike, wê bibe sedema tevlîheviya li Sûriyeyê û bi navê Sûriyeyê tiştek nemîne. Ji bo rewşeke bi vî rengî rû nede, ji bo parastina yekparebûna Sûriyeyê me heta niha çi kiribin heman hewldanên me wê dewam bikin. Her wiha armanca me ya bingehîn e ku bi rengê herî baş xizmetê ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bikin, ji ber ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêjayî xizmeta herî baş e.