Di êrîşa Qamişloyê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di encama hedefgirtina wesayîtekî i taxa Um El Fursan a Qamişloyê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûye.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşa ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî wesayîtekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Um El Fursan a Qamişloyê pêk anî, daxuyaniyek da. 

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Êrîşên artêşa Tirk a faşîst ên li ser herêmên me yên ku ewlehî û aramiya gelê me dike armanc, didomin.

Dewleta Tirk a dagirker saet 01:30ʹan danê nîvroj a îro de (sêşem) bi rêya balafirên keşfê wesayîtek hêzên me li taxa Um El Fursan a bajarê Qamişlo hedef girt. Cihê wesayît lê hatiye hedefgirtin, nuqteya hêzên me ya girtiyên sûcên cînayet û hişbirê ye.

Di encama hedefgirtinê de yek ji endamên rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo, şehîd bû.

Ev armanc hewldanek eşkere ye ku tevliheviyekê di wê nuqteyê de derxin, sûcdar îsyan bike û piştre bikarin birevin.

Lê hêzên hişyar bû nehişt tevlihevî di wê nuqteyê der derkeve.

Armanca dewleta Tirk a dagirker ji van hedefgirtinan ew e ku hêzên me ji erkên xwe yên li hember civakê pêk neynin.

Divê gelê me li hember terora dewleta Tirk bertek nîşan bide, kîn û nefreta xwe zêde bike.

Em tekez dikin ku hêzên me di her şert û mercî de xebatên xwe didomînin û ji her demê zêdetir ji bo têkkirina planên dagirkeriya Tirk a faşîst ên bi armanca têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmê, xebatên xwe didomînin."