Dewleta Tirk li Ezazê 2 kes revand
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Ezazê 2 kes revandine.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Ezazê 2 kes revandine.
Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir ku çeteyên 'Cebhe El Şamiye' li gundekî Ezazê Ebdullah Hesen Alî û Hazan Mihemed Esakîre revandin û ji her yekî ji wan 1500 lîreyên Tirk desteser kirine.
Hate ragihandin ku ev herdu kesên ji Derayê li nuqteyeke gundê Sico yê Ezazê hatin revandin.
Li gorî agahiyan herdu kes tevî 14 kesên din ji aliyê dewleta Tirk ve ber bi deriyê sînor ê Bab Salame ve hatine birin.