Dewleta Tirk li Şêrawayê kesek qetil kir
Di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser navçeya Şêrawayê de kesek hat qetilkirin.
Di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser navçeya Şêrawayê de kesek hat qetilkirin.
Dewleta Tirk a dagirker navçeya Şêrawa ya Kantona Efrîn-Şehba topbaran kir. Di êrîşê de Xalid Mihemed Mihemed jiyana xwe ji dest da.
Hate diyarkirin ku Xalid Mihemed Mihemed ê hat qetilkirin ji bajaroka Bilbilê ya Efrînê ye.