Dewleta Tirk di nava 10 rojan de 27 kes li Efrîn û Ezazê revand
Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di navbera 1-10'ê Cotmehê de li Efrîn û Ezazê herî kêm 27 kes revandiye.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di navbera 1-10'ê Cotmehê de li Efrîn û Ezazê herî kêm 27 kes revandiye.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan têkildarî kesên ji 1ˈê-10ˈê Cotmehê li Efrîn û Ezazê ji aliyê çete û dagirkeran ve hatine revandin raporek weşand.
Li gorî raporê, navên kesên hatine revandin wiha ne:
Silêman Mehmûd Welîd (47), Mehemed Menan Mehmûd (40), Kolîn Mihemed Şêx Ebdî (28), Nîdal Qelender (41), Ebdullah Hisên Elî, Xesan Mihemed Esakira, Xalid Ubeyd Mistefa (44), Ciwan Nezmî Hemîd (41), Selah Henan Omer (53), Kawa Mistefa Mistefa (40), Qehreman Mistefa Hesen (50), Mihemed Heyder Îbrahîm (70), Mihemed Mistefa Hesen (48), Mihemed Elî Seydo Elo, Heysem Îzet Osman, Mihemed Arif Subhî (46), Mihemed Hisên Hisên (45), Nûrî Mihemed El Îsa, Ehmed Bîtar, Mahîr Mehmûd, Seîd Hesen Elo (58), Elî Xelîl Elo (31), Mihemed Osman Yûsif (36), Hesen Mistefa Seydo Salan (29), Rifet Mistefa Cafer (55),Hisên Hec Ebdo (44), Nûrî Mistefa Seydo (60).
Li gorî raporê, aqubeta piraniya kesên hatine revandin nayê zanîn.