Li hemberî nijadperestiya li Japonyayê ya li dijî Kurdan pêşnûmeya lêkolînê

Omer Ocalan bi armanca lêkolînkirina îdîayên gotinên nefretê, vederkirina civakî, binpêkirinên mafên mirovan û cihêkirina saziyî ya li hemberî Kurd û Elewiyên li Japonyayê, pêşnûmeya lêkolînê lêkolînê pêşkêşî Meclisê kir.

Di pêşnûmeya lêkolînê de bi taybetî hate îfadekirin ku penaberên Kurd û Elewî yên li bajarên Warabi û Kawacguchi yên Eyaleta Saitamayê ne,  li ser medyaya dijîtal hedef tên nîşandan, bi gefa dersînorkirinê re rû bi rû ne û li rastî kiryarên kêfî yên hêzên ewlehiyê hatine.

Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan diyar kir ku divê Tirkiye berpirsiyar e ku mafên çandî û azadiya baweriya welatiyên derveyî welat jî biparêze. Di pêşniyaznameyê de qala peymanên navneteweyî yên Tirkiye jî aligirê wan e hate kirin û hate destnîşankirin ku gotinên nefretê û cihêkarî sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Girêdayî pêşnûmeya lêkolînê de bi kurtasî ev yek hatin xwestin:

*Divê Balyozxaneya Japonyayê ya li Enqereyê daxuyaniyeke fermî bide,

*Divê Tirkiye li gel Balyozxaneya Tokyoyê û konsolosxaneyan re zêdetir bixebite,

* Divê di navbera her du aliyên dîplomatîk de ev mijar were nîqaşkirin,

*Divê ji Meclîsê heyetek biçe Japonyayê û bûyerê lêkolîn bike.

Di pêşnûmeya lêkolînê de ev yek hatin gotin: ‘’Hewce ye hemû gotinên nefretê, pratîkên cihêkarîyê û binpêkirinên muhtemel ên li dijî welatiyên Kurd û Elewî ên li Japonyayê ne, bi berfirehî werin lêkolînkirin û bi armanca jinûnenirxandina kapasîteya parastinê ya welatiyên derve dijîn ya Komara Tirkiyeyê û jinûvenirxandina helwesta dîplomatîk Lêkolîneke Meclîsê were destpêkirin.’’