Li Hesekê û Reqayê cenazeyê 4 şervanên QSD'ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di encama êrîşa bombeyê ya şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê li ser rêya Reqa-Hesekê de şehîd bûbûn, hatin veşartin.
HESEKÊ
Ji bo endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihêdî Salih El Ugla, Îsa Elî Osman ku di 1'ê Hezîrana 2025’an de li ser rêya Hesekê - Reqayê, di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bûbûn, her wiha ji bo endamê Hêzên Komando yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Mihemed Xemîs El Hemam ku di 25'ê Gulana 2025’an de li Bendava Tişrînê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê ya Hesekê merasîmek hat lidarxistin.
Di merasîmê de endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Meclîsa Leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hindirîn amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Herêz axivî.
Ehmed Herêz diyar kir ku her şehîdek ji bo azadiya welat fedakarî kiriye û got ew bejna xwe li hember rastiya şehîdan ditewînin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê Ciwan El Ehmed diyar kir ku wan her sê şehîdan ji bo azadiya welat canê xwe feda kirine û got: "Em şehîdên xwe ji bîr nakin û em ê armancên wan pêk bînin."
Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Nasir Cinêd jî destnîşan kir ku ew bi saya şehîdan digihîjin wateya jiyanê û xweşbûna cîhanê.
Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.
Dûre hevrêyên şehîdan darbestên wan hilgirtin û bi dirûşmên şehîd namirin spartin axê.
REQA
Şêniyên Kantona Reqayê cenazeyê şervanê QSD'ê şehîd Hesen Mihemed El Elî bi merasîmekê veşart. Her wiha merasîna xiyabî ya şervanê HXP'ê şehîd Silêman Mûsa El Fehid jî hat lidarxist. Şêniyan soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.
Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê yên herdu şehîdan hatin xwendin û rasdestî malbatên wan kirin. Cenazeyê şehîd Hesen jî bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên "Şehîd namirin" hat veşartin.