BI DÎMEN

Li kantona Firatê du navendên sereke yên wergirtina genim hatine vekirin

Li Kobanê navendên wergirtina genim hatine vekirin û amadekariya paqijiya depoyê bi dawî bûye.

Li ser asta kantona Firatê du navendên sereke yên wergirtina genim ji cotkaran re hatine vekirin, herdu navend jî li Gundê Rovî ku bi depoya Rovî tê naskirin û yê din jî li bajarê Çelebiyê hatiye vekirin, wê herdu navend genim ji cotkaran werbigrin.

Endamê Rêveberiya Dempoya Gundê Rovî yê girêdayî bajarê Kobanê Sadiq Xelîl Bekir ji ANF’ê re axivî û got, “Ev çend rojin me herdu navendên sereke yên wergirtina genim amade kirin û em benda wergirtina tovê genimin.”

Sadiq diyar kir ku hemû kel û pel û dabînkirina hemû endaman amade ye û got: "Ev demeke amadekariyên paqijiya depoyê hat kirin û bi dawî bû, hemû endamên me jî ji bo wergirtina genim hatine perwerdekirin.  Em li benda diyarkirina miqdarê geminin da ku em bikaribin genim li gorî wê ji cotkar werbigrin."

‘DEPOYA SIRÎNÊ JI BER ÊRÎŞAn BI TEMAMÎ JI XIZMETÊ DERKET’

Sadiq wiha axaftina xwe dewam kir: "Sala borî sê navendên sereke hebûn û hersê jî genim werdigirtin. Ew depo jî yê Rovî, Çelebê û Sirînê bû, lê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser depoya genimê Sirînê, bi temamî ji xizmetê derket. Depo rastî zirarên gelekî mezin hatin û ew depoya niha ne di xizmetê de ye. Îsal jî tenê du depoyên me di xizmetê de ne ew jî Rovî û Çelebiyê."

Sadiq diyar kir ku ji ber barana kêm a îsal, tov bi rengekî giştî gelekî kêm bû û got: "Îsal ji ber baran gelekî kêm bû berhem gelekî kêm bû, lewra em niha li benda berhemên genimê avî ne. Di heman demê de jî wê yê dugma û yê çiwal jî li depoya rovî bên danîn. Li gorî texmînan jî wê ji sala borî berhem gelekî kêm be. Niha jî navendên me amade ne û heta hebek genim hebe em ê werbigrin."

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku sala borî yek ji navendên sereke Depoya Genim a Sirînê bû, lê dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û bê mirov, obîs û hewanan êrîşî depoyê û di encamê de depo bi temamî ji xizmetê derket û gelek zirarên mezin dîtin. Ji lewra îsal ew navend ji xizmetê derdikeve.