Bahçelî: Eşkere ye ku rêyeke me ya din nîne
Lîderê MHP'ê Devlet Bahçelî di peyama xwe ya Cejna Qurbanê de li ser pêvajoyê got, 'rêyeke wan a din nîne' û banga xwedîderketina li pêvajoyê kir.
Lîderê MHP'ê Devlet Bahçelî di peyama xwe ya Cejna Qurbanê de li ser pêvajoyê got, 'rêyeke wan a din nîne' û banga xwedîderketina li pêvajoyê kir.
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyek weşand û li ser pêvajoyê peyam da.
Devlet Bahçelî got, "Rêveberiya milet wê bi pîvan û esasê damezrîner ê komarê temîn bibe" û diayr kir ku ev firsenda zêrîn a welêt divê ji dest neyê berdan.
Bahçelî got, "Di vê çarçoveyê de berpirsyariyeke dîrokî dikeve ser milê me hemûyan û her kesî" û bi vî rengî dewam kir: "Divê cih ji qezayên usûl û ziman neyê dayin, bi rengekî eşkere dûrî ji rojevên veşartî û ferzkirinê, divê em xwedî li welatê xwe derkevin."
Bahçelî diyar kir ku piştî çek û armancên wê ji navberê vekişiya wê hêza bêhempa ya sedsala nû Tirkiye be û got, "Li gel propagandayên reşkirinê, nûçeyên derewîn, îdîayên bêbingeh, îftira û sûcdariyên neheq em ti carî tawîzê ji têkoşîna xwe nadin, em ê nedin."
Bahçelî got, "Em hiqûqa xwe ya xwişk û biratiyê ya hezar salî bi wêrekî diparêzin" û diyar kir ku li hemberî komployên li hemberî vê hiqûqa xwişk û biratiyê, li hemberî êrîşên li ser hebûna welat û milet, li hemberî xweranegirtina li paşeroja Tirkiyeyê rêyeke wan a din nîne.