Li Baselê ji bo girtiyên nexweş banga ‘têkevin nava liv û tevgerê’ hat kirin
Platforma Dengê Girtiyan bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo girtiyên nexweş ên ku li girtîgehên Tirkiyeyê terkî mirinê hatine kirin têkevin nava liv û tevgerê.
Platforma Dengê Girtiyan bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo girtiyên nexweş ên ku li girtîgehên Tirkiyeyê terkî mirinê hatine kirin têkevin nava liv û tevgerê.
Platforma Dengê Girtiyan (TSP) li Qada Clara ya Basel a Swîsreyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê mafên wan ên tenduristiyê bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin.
Parêzvana mafên mirovan Mîne Nazarî daxuyanî xwend. Mîne Nizarî diyar kir ku bi sedan girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê tevî nexweşiyên wan ên giran jî nayên berdan û dermankirina wan tê astengkirin. Mîne Nizarî sepanên li ser girtiyên nexweş weke "siyaseta êşkenceyê ya vekirî" bi nav kir. Mîne Nazarî bi bîr xist ku nêzîkî 2,000 girtiyên nexweş li girtîgehên Tirkiyeyê hene û anî ziman ku li gorî daneyên Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê, di navbera salên 2018 û 2023’yan de herî kêm 2,258 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û ev hejmar tenê di sala 2024’an de gihîştiye 709 kesan.
Mîne Nazarî bal kişand ser bandorên wêranker ên tecrîda giran a li girtîgehên Tîpa S û Y li ser girtiyên nexweş û destnîşan kir ku tecrîd hem nexweşiyên bedenî girantir dike û hem jî hilweşîna psîkolojîk kûrtir dike.
GIRTIYÊN NEXWEŞ
Piştre rewşa hin girtiyên nexweş ên ku ji raya giştî re hatine ragihandin wiha rêz kir:
“* Ûgûr Ok: Pişikên wî fonksiyona xwe winda kirine.
* Siddik Guler: 84 salî ye, tevî gelek nexweşiyên kronîk jî nayê berdan.
* Fatma Tokmak: Guhertina qapaxa dil, nexweşiya mîde û tansiyona pê re heye
* Ergîn Aktaş: Herdu destên wî tinene, nexweşiya COPD û tuberkulozê pê re heye.
* Alî Gulmez: Damarên dilê wî girtî ne, stent hatiye danîn.
* Delîl Bozkûrt: Nexweşiya pençeşêrê pê re heye û ji sedî 80 astengdar e.
* Daxwaz zelal in: Divê girtiyên nexweş werin berdan!”
Di daxuyaniyê de daxwaza berdana girtiyên nexweş hat kirin û wiha hat gotin: "Divê dawî li tecrîdê bê. Girtîgehên Tîpa S û Y bên girtin."
Platforma Dengê Girtiyan di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo girtiyên nexweş ên ku li girtîgehên Tirkiyeyê terkî mirinê hatine kirin têkevin nava liv û tevgerê.