Dagirkeran li Efrînê 3 kesên din revandin

Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin 3 kesên din hatin revandin.

Li gorî agahiyan, rêxistina îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) û hêza wê ya paramîlîter a li qada dagirkirî 'Polîsên Leşkerî' 7'ê Îlonê 3 kesên din revandin.

Li gorî agahiyan yek ji kesên hatine revandin Selah Ehmed (50), du jî Mihemed Mehmûd Osman (38) û Mehmûd Mehmûd Osman (34) ên birayên hev ên ji gundê Sêmala Meydankê yê navçeya Raco ne.

Hate ragihandin ku herdu bira ji mala xwe ya li taxa Eşrefiyê ya Efrînê hatin revandin. Li ser aqûbeta wan agahî nehate bidestxistin.

JI DAGIRKIRINA EFRÎNÊ Û VIR VE ZÊDEYÎ 10 HEZAR Û 400 KES HATIN REVANDIN

Dewleta Tirk li Efrînê ku sala 2018'an dagir kir, rejîmeke terorê ava kiriye.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, meha Tîrmehê herî kêm 28 kes, meha Gulanê 30 kes û meha Hezîranê jî herî kêm 40 kes hatin revandin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê di navbera Nîsana 2018 û sala 2023'an de herî kêm 10 hezar û 332 kes hatin revandin, 463 kes jî hatin qetilkirin.