Dagirkeran bombe li Minbic û Şêrawayê barandin

Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Minbic û Şêrawayê barand.

Li gorî agahiyan, dewleta Tirk li gel çeteyên xwe bombe li gundê Ereb Hesen ê li Minbicê barand. Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 17 hawan û 10 top li gund ketin.

Her wiha dagirkeran êrîş birin ser nuqteyeke hikumeta Şamê. Hate ragihandin ku di encamê de fermandarekî leşkerî miriye û gelek leşker jî birîndar bûne.

Gundê Dêrcemal ê Şêrawayê jî ku li kantona Efrîn-Şehbayê ye, hate bombekirin.

Têkildarî êrîşê agahiyên berfireh bi dest neketin.