Cenazeyê şervanê QSD’ê Mehmûd Elewî hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mehmûd Hecî Elewî yê di 31’ê Tebaxê de gava li ser erka xwe bû şehîd bûbû, li Sirînê hat veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mehmûd Hecî Elewî yê di 31’ê Tebaxê de gava li ser erka xwe bû şehîd bûbû, li Sirînê hat veşartin.
Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Mehmûd Hecî Elewî yê di 31’ê Tebaxê de gava li ser erka xwe bû şehîd bûbû, li Sirînê hat veşartin. Gelê bajarê Sirînê, sazî û dezgehên girêdayî beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de Hevserokê Meclîsa Bajarê Sirînê Şebo Ebdurezaq Elo axivî û got: "Em xwediyê bi hezaran şehîd in. Me ji bo azadiya tevahî gelan evqas şehîd dane. Heta têkbirina dagirkeriyê em ê li ser rêça şehîdan bin."
Yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Bajarê Sirînê Mustefa Ûçqardaş jî axivî û soza şopandina rêya şehîd da û got: "Em ala şehîd Mehmûd û hevriyê wî heta dawiyê hilînin. Em xwediyê van şehîdan in û em ê tola şehîdên xwe hilînin. Em ê heta dawiyê li dijî dagirkeriyê bi fikrê Rêber Apo li ber xwe bidin."
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.