Cenazeyê şervanê QSD’ê Ela Xelef hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Cafer (Ela Xelef El Berîş) yê dema li ser erka xwe bû li gundewarê Dêrazorê şehîd bû, li Goristana Şehîd Dijwar a li Dawidiyê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Cafer (Ela Xelef El Berîş) yê dema li ser erka xwe bû li gundewarê Dêrazorê şehîd bû, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê Hesekê hat veşartin. Bi dehan xelkê bajarê Hesekê, rûspiyên eşîran û endamên saziyên sivîl tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê wêneyê şervanê QSD’ê Ela Xelef El Berîş hatin hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mistefa Osman şehîd bi bîr anîn û sersaxî ji malbata şehîd Ela Xelef re xwest. Osman diyar kir ku ew hêza xwe ji şehîdên xwe werdigirin û dê heta dawiyê li pey rêya şehîdên xwe bin.

Piştre yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Demhat Hesekê axivî û di şexsê şehîd Cafer de şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Demhat Hesekê diyar kir ku dê hêzên wan li ser rêya şehîdên xwe bin û ji bo parastina herêmê ji gefan mertalên xurt bin.

Di dawiyê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Guljîn Hemê wesîqeya şehdî xwend û radestî malbatê kir.