BI DÎMEN

Cenazeyê şehîd Dijwar Qamişlo hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dijwar Qamişlo yê di 3’yê Tebaxê de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dijwar Qamişlo (Metîn Dînce) yê duh di encama hedefgirtina wesayîta wî de li pêşiya girtîgeheke li Taxa Um El Fursan a Qamişlo şehîd bû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin. Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saziyên sivîl û Meclîsa Malbatên Şehîdan tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de wêneyê şehîd Dijwar Qamişlo hatin hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Di merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman sersaxî da malbata şehîd û hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn û got: "Şehîd Dijwar ne yê yekem e, bi hezaran şehîdan ji bo doza azadiyê xwe feda kirin. Em jî soza şopandina rêya wan û parastina doza azadiyê li ser şopa fikra Rêber Apo didin."

Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Hesen Şero jî axivî û wiha got: "Hêza ku Rêber, şehîd û gelê xwe heye tu carî têk naçe. Gelê ku hêza xwe ji berxwedana Zapê digire tu carî nayê têkbirin."

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Elî Zaxoranî fedakariya şehîd Dijwar Qamişlo, silav kir û soza bilindkirina asta têkoşînê da.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin.

Cenazeyê şehîd bi tilîlî û dirûşmeyên “Şehîd namirin” hat veşartin.