KCK: Em berxwedanê slav dikin, serfiraziya Efrînê ji niha ve pîroz dikin

Konseya Rêveber a KCK’ê berxwedaniya dîrokî ya Efrînê weke berxwedaniya mirovahiyê slav kir û got ew gelê Efrînê û şervanên ku parastina niştimanê xwe dikin slav dikin.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da û got, ‘’DAÎŞ çi be, faşîzma AKP-MHP’ê û hevkarên wan çete yên ku êrîşê bi ser Efrînê de dibin yek in.’’

KCK’ê diyar kir ku serfiraziya Efrînê ji bo jiyana azad a gelên Tirkiyê fersendeke dirokî ye û bang kir ku her kes xwedî li vê berxwedanê derkeve.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê peyamên girîng dane gelê Kurd.

Tevahiya daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

 ‘’Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê çeteyên dijî mirovahiyê jî dane pey xwe û li dijî Efrînê tevgera dagirker dane destpêkirin. Bi vê êrîşa  dagirkirinê ya li ser Efrînê ku ji hêla Sûriyê û Rojhilata Navîn ve wehayeke demokrasiyê yê, dixwazin Efrînê ji Kurdan xalî bikin û li şûna Kurdan çeteyên dijî mirovahiyê bi cih bikin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê careke de dijminahiya xwe ya li Kurdan nîşan daye. Bi vê tevgera dagirkirinê faşîzma AKP-MHP’ê di şexsê xwe de dixwaze paşverûtiya Rojhilata Navîn li ser piyan bihêle û xwedî bike. Artêşa Tirk ji bo ku dizane tenê bi tevgera bejahiyê wê têk bişike bi encama bazarên genî qada hewayî ya Sûriyê bi kar aniye û tevgera dagirkirinê daye destpêkirin.

Bi asteke ku li dinyayê di ti şerî de nehatiye dîtin bi nêzîkî 100 balafirî êrîş bi ser bajarekî de biriye. Lê ev êrîşa faşîst ji hêla gelê Efrînê û hêzên fedaî ve bi berxwedaniyeke dîrokî hatiye pêşwazîkirin. Êrîşa Efrînê di şexê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê karakterê dewleta Tirk ê dijmirov raxistiye ber çavan û her wiha çespandiye ku civakeke ku xwedî hêza civakî ya demokratîk e wê çawa li ber xwe bide. Gelê Efrînê bi coşa azweriya demokrasî û azadiyê, bi keç .û kurên xwe yên fedaî ji hêzên dagirker re ‘No Pasaran’ gotine. Hemû êrîşên van 6 rojan hatine şikandin. Em gelê Efrînê û berxwedêrê fedaî ku demokrasiya xwe diparêzin bi hurmet slav dikin. Serfiraziya ku di şerê herî mafdar ê dîrokê de wê bi dest bixin ji niha ve pîroz dikin.

 ‘DAÎŞ ÇI BE FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê KU ÊRÎŞ BI SER EFRÎNÊ DE BIRÎ EW E’

Berxwdaniya Efrînê berxwedaniya hemû gelên Sûriyê, Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye. DAÎŞ çi be faşîzma AKP-MHP’ê û çeteyên hevkarên wan ew in. Hemû gelên dinyayê û hêzên demokrat dîtine ku li Kobanê armancê DAÎŞ’ê çi be ya desthilatdariya faşîzma AKP-MHP’ê ya li Efrînê jî ew e û li dor berxwedaniya gelê Efrînê bûne yek. Helwesta dewletan her çendî keysperest be û êrîşa dijî mirovahiyê wêrek dikin jî, helwesta gelan li rex berxwedaniya Efrînê ye. Ji bo vê helwesta wan em mirovahiya demokratîk û gelên dinyayê slav dikin.

Li dor Efrînê wijdanê gelan, yekbûna azweriya azadî û demokrasiyê careke dî nîşan daye ku mirovahî rê nade faşîzmê. Li dor Efrînê serhevbûna azadî û demokrasiyê ya mirovahiyê careke rabûye ser piyan.Hemû derdorên çepgir, sosyalîst, demokrat, ekolojîk, femînîst, aştîxwaz, alîgirên kedê divê vê helwesta xwe zêdetir rêxistinî û karîger bikin û hevgirtin û hêza têkoşînê ku berxwedaniya Efrînê bibin serî derxînin holê. Heke faşîzma AKP-MHP’ê hate şikandin bayê azadî û demokrasiyê ji Rojhilata Navîn pêl bi pêl wê li hemû dinyayê belav bibe.

SERFIRAZIYA EFRÎNÊ JI BO GELÊN TIRKIYÊ WÊ BIBE FERSENDEKE DÎROKÎ

Ev berxwedan ji bo ku gelên Tirkiyê bi azadî û demokrasiyê bijîn fersendeke dîrokî ye. Dema ku ev desthilatdariya faşîst a dijminê demokrasî û azadiyê ya ku CHP’ê jî di nav de ye li Efrînê  hate têkbirin, li Tirkiyê wê asteengiyên li ber demokrasî û azadiyê werin rakirin, Tirkiye bi xwîşk û biratiya gelan wê jiyaneke azad û demokrat bi dest ve bîne. Ji bo vê jî hêzên demokrasiyê ku li dijî êrîşên giran ên faşîzma AKP-MHP’ê, li dijî helwesta CHP’ê ya bi dijberiya azadî û demokrasiyê hewlesta xwe nîşan didin slav dikin, em bawer dikin ku Tirkiyeya siberojê wê bi helwesta van mirovên birûmet û wêrek were avakirin, di têkoşîna wan a dijwar de em li rex wan in.

,BANGA JI BO GELÊ KURD

Gelê Kurd di şexsê dagirkirina Efrînê de careke dî dîtiye ku dewleta Tirk pêşengiya dijminahiya Kurdan dike. Careke diyar bûye heta ku li Tirkiyê faşîzma ku pêşengiya dijminahiya li Kurdan dike neyê têkbirin, li ti parçeyê Kurdistanê wê mîsogeriya jiyaneke azad û demokrat nebe.

Bi vê çarçoweyê di şexsê berxwedaniya Efrînê de yekîtiya Kurdan bi rengê ku hemû Kurdên li çar parçeyan û li derveyî welêt di nav xwe de vehewîne, bi helwest û têkoşîneke hevpar derketiye holê. Em ji ber vê helwesta gelê xwe ya li çar parçeyan û Ewropayê wan pîroz dikin, em careke dî dibêjin baweriya me wê ye ku li ser yekîtî û têkoşîna hevpar a Kurdan Kurdistana azad û Rojhialta Navîn a demokratîk wê bi teqezî pêk were. Li ser vê zemînê em bang li gelê Kurd dikin li dor berxwedania Efrînê têkoşîna xwe geştir bikin.