'Efrîn ez im' li ser avahiya Serokwezaretiya Elman hat nivîsandin

Ji bo şermezarkirina êrîş û komkujiyên dewleta Tirk li ser Efrînê, bi ronahiyê nivîsa "Efrîn ez im" (Je suis Afrin) li ser avahiya Serokwezaretiya Elman hate nivîsandin.

Koma Pîxelhelper ku ji komek ji hunermendan pêk tê, ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Efrînê ya li dijî çeteyên Tirk, duh bi şev li Berlînê çalakiyeke balkêş kir.

Aktîvîstên vê komê bi şev bi rêya projektorê nivîsa "Efrîn ez im" (Je suis Afrin) li ser avahiya Serokwezaretiya Elman a li kêleka Meclîsa Federal nivîsandin.

Hunermendan li ser çalakiya xwe daxuyanî dan û gotin, "Divê zext li Erdogan were kirin. Ji bo cîhaneke baştir, ji bo mirovahiyê divê pêşî li Erdogan were girtin."

Koma Pîxelhelper ragihand ku wê li paytextên din ên Ewropayê jî ji bo qîrîna Efrînê bigihîne cîhanê, çalakiyên cuda li dar bixe.