Şervîn astengiyan nas nake

Şervîn Elo tevî şert û mercên zehmet ên koçberiyê û astengiyan jî, hezkirina xwe ya ji jiyanê re bi xêzkirina wêneyan nîşan dide. Wêneyên Şervîn ên piştî dagirkirina Efrînê, bi temamî têkildarî koçberî û şer in.

Huner, berhemê hestê xurt ê di hundirê mirov de ye. Ev hest carna bi wêne, carna bi stran yan jî peykerê, carna jî bi rêya melodiya muzîkê yan jî şanoyê tê vegotin. Şervîn Elo jî yek ji wan hunermendan e ku tevî hemû astengî û zehmetiyan, kariye hunera xwe veguhêze ser dikê.

Şervîn Elo ya 27 salî, ji gundê Umero yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê ye. Nikare bibihîze û baxive. Piştî ku bajarê Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a qirker û faşîst ve hate dagirkirin, ew jî mîna xelkê Efrînê bi malbata xwe re koç dike û li gundê Marat ê girêdayî navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê bi cih dibe. Şervîn ji 7 saliyê û şûnde dest bi çêkirina wêneyan dike, ji ber ku nikare bibihîze û baxive, di demên destpêkê de tenê li ser kaxezê xêzikan xêz dike lê bi demê re xêzkirina wêneyan ji bo wê dibe îfadekirina hestên hundirîn. Her çendî Şervîn nekare bersiva pirsên me jî bide, wêneyên wê hest û fikrên wê bi me re parve kirin. Tiştên ku me mereq dikirin, me ji dayika wê Hemîde Mihemed pirsîn.

Hemîde Mihemed anî ziman ku ji ber ew û hevjînê wê xizmên hev in, ditirsin ku zarokên wan astengdar ji dayik bibin û wiha got: “Bijîjk ji min re gotibû ku zarokên me yên keç wê hemû mîna Şervîn bibin. Di mejiyê Şervîn de pirsgirêk nebû, tenê nedikarî bibihîze û baxive. Me pir xwest bişînin dibistana astengdaran, lê rejîmê nehişt. Dema Şervîn 7 salî me xwest li dibistana astengdaran a Simo Bilkom bixwîne. Lê ji ber ku em Kurd û welatparêz bûn, rejîmê Şervîn ji mafê wê yê perwerdeyê bêpar hişt. Me ti carî bi Şervîn nedaye hîskirin ku ew astengdar e. Endamên malbatê timî pê re eleqeder dibûn. Rewşenbîr Luqman Ehmed cara destpêkê kaxezek da Şervîn û jê xwest ku hinek tiştan xêz bike û ev yek ji bo Şervîn bû destpêkek. Luqman Ehmed her wiha ji me xwest ku em her tim bi Şervîn re bin û piştgiriyê bidinê. Ji ber ku derfet bisînor bûn, me nekarî alîkarî bidin Şervînê. Hin astengî hebûn. Lê belê bi Şoreşa Rojava re li Efrînê xebatên çand û hunerê destpê kirin. Li navendê beşa wêneyê jî hate vekirin û bi vî rengî Şervîn dest bi xêzkirina wêneyan kir.

DAGIRKIRINA EFRÎNÊ JI BO ŞERVÎN BIRÎNEKE KÛR E

Hemîde Mihemed ji xeynî têkîliyên dayiktiyê, mamose û piştevana herî mezin a Şervînê ye. Dayik Hemîde Mihemed diyar kir ku Şervîn fêrî xwendin û nivîsandinê jî bûye û axaftina xwe wiha domand: “Şervîn di heman demê de fêrî zimanê bi îşaretan jî bû. Hingî ku xêzkirina wêneyan pêş xist, pirsgirêkên civakê û têkoşîna jinê bala wê dikişand. Di konferansa ku rewşenbîran li Efrînê lidar xistî de, Şervîn di nava delegeyên konferansê de cih girt. Ew bi xwe jî endama desteya wênevanan bû û li kuderê pêdivî heba, beşdarî amadekariyên li wir dibû. Di pêşangeha wêneyan de berhemên wê hatin firotin. Wê jî pere demildest şand ji fona alîkariyê ya Şengalê re. Di dema şerê Kobanê de kampanyaya ‘Kobanê ya me ye’ hate destpêkirin. Şervînê jî bi 5 tabloyên xwe piştgirî da kampanyayê. Ji bo piştgiriya girtiyên li zindanê, pêşangehek hatibû vekirin. Şervîn bi wêneyên xwe tevlî vê pêşangehê jî bû. Pereyê wêneyên xwe yên firotîn, diyarî Mala Sêwiyan kir. Herî dawî bi 18 tabloyên xwe tevlî pêşangeha bi navê ‘Em Efrînî ne’ bû, lê ji ber şer ew pêşangeh temam nebû.”

Dayik Hemîde Mihemed da zanîn ku dagirkirina Efrînê Şervîn pir bandor kir û wiha peyivî: “Dîmenên tabloyên ku di wî şerî de hatin şewitandin, dibistan û navendên çandê yên hatin şewitandin, hatin parvekirin. Şervîn ji vê rewşê pir bandor bû û pir xemgîn bû. Herî zêde jî bi şewitîna dibistanan, xemgîn bû. Şerê Efrînê pir bandor li Şervînê kir. Wan deman dixwest hestên xwe bi xêzkirina wêneyan, nîşan bide lê belê em nû hatibûn Şehbayê û ti derfetê me nebû. Piştî demekê derfetê wê çêbû, lê vê carê wê nexwest wêne xêz bike. Ji bo vegere hunera xwe, me israr kir. Şervîn ji bavê xwe û endamên din ên malbatê aciz bibû, ji ber ku çek nerakirin û di nava YPJ-YPG’ê de şer nekirin. Şervîn li Efrînê hemû demê xwe di nava darên zeytûn û fêkiyan de derbas dikir. Yek bi yek hembêzî daran dikir. Qutbûna ji Efrînê û jiyana koçberiyê ya li Şehbayê, ew pir bandor kir. Pir dixwaze ku em rojekî vegerin ser xaka xwe.

Hevalên wê hatin alîkarî danê. Ew derxistin jiderve û li ser dîwarên dibistanê wêne bi wê dan xêzkirin. Ji bo çêkirina wêneyên pirtûka bîrkarî jî, wezîfe girt. Şervîn piştre tevlî pêşangeha ‘Em ê Vegerîn Efrînê’ ya li kampa Serdemê hatî vekirin, bû. Bi hevalên xwe re li qadeke 58 metreyî, qasî 58 rojan berxwedana Efrînê xêz kirin. Ji ber ku pir dixwaze wêneyên wê li baxçeyê Rêbertî bin. Di demên dawî de çavên wê diêşin. Wêneyên wê yên piştî dagirkirina Efrînê, bi temamî têkildarî koçberiyê û şer in. Herî dawî ez dixwazim vê bêjim; divê ti kes ji rewşa zarokên xwe yên astengdar şerm neke û hingî bikarin bila piştgiriyê bidin wan.”