BI DÎMEN

Şêniyên Kantona Firatê li dijî êrişên li Dêrazorê meşiyan

Şêniyên Kantona Firatê bi meşekê êrişên hêzên hikumeta Şamê yên li ser Dêrazorê şermezar kirin.

Li dijî êrişên hêzê hikumeta Şamê û çeteyên wê yên Dîfa El Wetenî yên li ser gundewarên Dêrazorê, şêniyên Kantona Firatê daketin qadan.

Meşê li Qada Jin a Azad destpê kir û heta qada Aştiyê dewam kir. Girseya gel wêneyên kesên ku di êrişên hêzên hikumeta Şamê de şehîd bûn, li gel dirûşman meşiya.

Piştî meşê Cîgira Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî û berxwedana li Dêrazorê silav kir.

Mizgîn Xelîl diyar kir ku wê heta dawiyê bi gelê xwe re bin û got, "Êrişa ku Dîfa El Wetenî li gelê me dike, cihê şermezariyê ye. Em ê bi hêza xwe ya neteweya demokratîk û tevahiya gelan em ê rê li ber vê yekê bigirin."

Hevserokê Meclîsa Bajarê Eyn Îsayê Hezai Mihemed jî ragihand ku wê pêşî li êrişan bigirin û got, "Em li pey şervanên xwe ne."