BI DÎMEN

Şêniyên Kantona Cizîrê: Bi têkoşînek hevpar em ê Rêberê xwe azad bikin

Şêneyên Kantona Cizîrê, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin, “Bi têkoşîneke hevpar a hemû pêkhate û neteweyan, em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin.”

Zêdetirî 25 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zindana Îmraliyê de hatiye dîlgirtin. Dewleta Tirk ji sala 2019'an ve destûr nade ku parêzer û malbat bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînin. Her wiha li gel tecrîdê, cezayên disiplînê jî bênavber tên dayîn. Li dijî vê tecrîdê şêniyên kantona Cizîrê nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin ku ew daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.  

'BI TÊKOŞÎNA HEVPAR WÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN’

Leyla Zixên a ji navçeya Til Birak, diyar kir ku wê pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kurd, Ereb, Suryan û Ermen li dijî tecrîdê têkoşîna hevpar bimeşînin û got, “Wek jinên Ereb em vê tecrîda giran û bêmafiya ku li ser Rêber Apo tê ferzkirin, bi tundî şermezar dikin. Em ê bi hemû pêkhate û neteweyên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, heta ku tecrîd têk diçe li ber xwe bidin û têbikoşin. Bila dijminê me jî bizanibe, heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li qadan bin û asta xebata xwe bilidtir bikin. Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her dengê xwe bilind bikin.”

'DEM DEMA AZADIYA RÊBER APO YE'

Ji bajarê Qamişlo jina bi navê Leyla Meo, nêrîna xwe anî ziman û daxuya kirin ku wê weke jin tu carî serî li hember dijmin netewînin û ev got, ”Wek ku tê zanîn ev nêzî sê sal in tecrîd li ser Rêber Apo roj bi roj girantir dibe. Her wiha em vê tecrîdê red dikin û helwesta xwe ji tevahî cîhanê re nîşan didin, divê dengê me her bilind be da ku bigihêje hemû rêxistinên mafê mirovan yên navnetewî û ev tecrîd were rakirin. Weke jin em ê her tim li qadan bin û tu carî li hemberî dijmin em ê serî netewînin. Dem dema azadiya Rêber Apo ye. Rêber Apo ji bo aşitî û civakeke demokratîk têdikoşe û ev 26 sal in li girava Îmarliyê li ber xwe dide. Divê hemû dewletên cîhanê ji vê rastiyê re çavên xwe vekin.” 

‘FIKIRÊ RÊBER APO DI NAV GELAN DE AZAD E’

Fatma Hemê ya ji bajarê Dêrikê jî, da zanîn ku heya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk neyê, wê her li ser piyan bin û wiha domand, “Em bi tundî vê tecrîdê şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê ev nêzî sê sal in, tecrîdeke giran pêk tînin û hevdîtina li gel Rêber Apo asteng dikin. Rêber Apo Rêberekî civakiye, li ser bingeha azadiya gelan fikira xwe pêş xist. Em soz didin Rêber xwe ku em ê her tim li ser piya bin. Fikir û felsefeya Rêber Apo di nav gelan de roj bi roj berfireh dibe. Raste Rêberê me di aliyê fîzîkî de dîlgirtiye, lê fikrê Rêbertî di nav me de azade. Em ê bi berxwedana xwe tecrîdê têk bibin û azadiya Rêber Apo misoger bikin.”