15'ê Tebaxê li bejahiya Kobanê bi meşaleyan hate pîrozkirin
Li gundê Taşlûkê yê li rojhilatê bajarê Kobanê 15'ê Tebaxê bi meşeke meşaleyê hate pîrozkirin.
Li gundê Taşlûkê yê li rojhilatê bajarê Kobanê 15'ê Tebaxê bi meşeke meşaleyê hate pîrozkirin.
Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star a bajarojê Şêranê bi beşdariya xelkê Taşlûkê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger 15`ê Tebaxê bi meşeke meşaleyê pîroz kir.
Meş ji destpêka gundê Taşlûkê yê li rojhilatê bajarê Kobanê ve hat destpêkirin û heta navenda gund dewam kir. Di meşê de dirûşmên" Bijî Serok Apo" û " Bijî berxwedana garîla" hatin berzkirin.
Li naverasta gund berdevka Yekitiya Jinên Ciwan Neda Şehîn 15`ê Tebaxê li Rêber Abdullah Ocalan û li gerîlayên azadiyê pîroz kir û wiha got: "Fîşeka destpêkê ya li dijî dijmin hatiye teqandin ji hêla şehîd Egîd ve bû. Ji wê demê ve çirûska azadiyê dest pê kir."
Neda wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ê ber tim li ser raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bin. Em ê têkoşîna ku şehîd Egîd bişopînin. Em wê berxwedanê nasekinîn û em ê her tim li kolanan bin û têkoşîna xwe hîna xurttir bikin."
Piştre meş bi dirûşma" Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.