BI DÎMEN

11 hezar ton tov li cotkarên Kantona Cizîrê hatiye belavkirin

Endamê Beşa Şînkahî ya Kantona Cizîrê Mesûd Mihemed da zanîn ku tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê jî ew alikariyeke mezin didin cotkaran û got: “Heta niha 11 hezar ton, tov li cotkarên Kantona Cizîrê hatiye belavkirin.’’

Çandinî ji bo welat û civakan jêdera aborî û debarê ye. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yek ji parçeyeke sereke ya xaka Sûriyeyê ye ku bi çandiniya xwe navdar e û şêniyên wê debara xwe bi çandiniyê dikin. Ji ber wê jî Desteya Çandiniyê girîngiyeke pir mezin dide zeviyên çandiniyê. Bi taybet jî di destpêka demsala çandiniyê de gelek rêyên cuda yên têkildarî parastina zeviyan hatin sepandin.  Di salên dawîn de di encama şerê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser heremê tê meşandin û ambargoya li heremê tê zêdekirin de  şert û mercên jiyanê hatine guhertin. Her wiha ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi taybetî jî êrîşên di sala 2023’yan de, binesaziya herêmê ji hemû aliyan ve bandor kir. Ev yek bûn sedem  ku mazot û ava zeviyên çandiniyê kêm bibe.

Têkildarî rawşa çandiniyê û amadekariyên pêşwazîkirina berhemên çandiniyê, Endamê Beşa Şînkahî ya Kantona Cizîrê Mesûd Mihemed, ji ajansa me re axifî.

11 HEZAR TON TOV HATIYE BELAVKIRIN  

Mesûd di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku cotkar dest bi çandiniyê dikin û da zanîn ku ew wekw  Desteya Çandinî û Avdaniyê gelekî alîkariya  cotkaran dikin û got: ‘’Em derbasî demsala zivistanê dibin û li her derê dest bi çandiniyê tê kirin. Me weke Desteya Çandinî û Avdaniyê xwest nirxê firotina tovî li cotkaran daxînin û bi nirxekî guncav bidin. Heya niha jî me 11 hezar ton, tov li cotkarên Kantona Cizîrê belav kiriye. Ev tovên ku hatine belavkirin ji cûreyên herî baş in. Rêxistinkirina me ya çandiniyê wê heya destpêka sala 2025’an bi dawî bibe.”

HER BERHEMEK XWEDÎ RÊJEYEKÊ YE

Mesûd Mihemed bal kişand ser rêjeyên berhemên îsal tên çandin û ev yek anîn ziman: “Rêjeya her berhemekê   hatiye destnîşankirin. Li Kantona Cizîrê rêjeya genim ji weke ji sedî 60 e, pembo ji sedî 15 e, baqil ji sedî 15 e û  rêjeya sebzeyên zivistanê û havînê jî ji sedî 10 e. Belavkirina mazota çandiniyê jî wê li gor pêwîstiya  zeviyên çandiniyê were kirin. Hîn me dest bi belavkirina mazotê nekiriye lê belê em ê di meha 11’an de  dest pê bikin.”  

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK LI PÊŞIYA ÇANDINÊYÊ ASTENG IN

Mesûd Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û da zanîn ku êrîşên berbehs li pêşiya çandiniyê asteng in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bi taybet jî hedefgirtina  binesaziya herêmê gelek astengî di milê çandiniyê de derketin hole. Em di peydakirina mazot û avê de gelek zehmetiyan dikişînin. Zeviyên salên borî ji van salên dawî baştir bûn. Ji ber mazot bi rêjeyeke baş li cotkaran dihat belavkirin. Lê belê piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker kêmanî ket çandiniyê û rewşa çandiniyê weke salên borî baş nîne. Lê hêviya me ew e ku hemû gel û cotkar wê vê rewşê derbas bikin û çandiniya xwe li gor pêwîstiyên xwe bikin. Em weke Desteya Çandinî û Avdaniyê a Kantona Cizîrê bi hemû hewldanên xwe dixwazin ku îsal ji zeviyên xwe berhemên baş bi dest bixin û hemû gelê ji çandiniyê sûdeke baş werbigire.’’