Li Stenbol û Amedê ji bo Tîmtîk û Unsal çalakî hate kirin

Ji bo balê bikişînin ser rewaş parêzerên di rojiya mirinê de 12 kesên ku xwestin li pêşiya mala Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Kisikliyê daxuyaniyek bidin hatin destgîrkirin. Li Amedê jî daxuyaniyek hate dayîn.

Ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên bi daxwaza “darizandina adilane” di rojiya mirinê de ne û her ku diçe rewşa wan nebaş dibe lidarxistina çalakiyan berfireh dibe. Komek çalakger ji bo balê bikişînin ser rewşa Tîmtîk û Unsal xwestin li ber mala Serokkomar Tayyîp Erdogan a li Kisikliya Stenbolê daxuyanî bidin û ew ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin.

Buroya Hiqûqê ya Gel têkildarî binçavkirina wan çalakgeran di hesabê medya civakî de daxuyanî da û ragihand ku 12 miwekîlên wan ê xwestine li ber mala Erdogan daxuyanî bidin hatine destgîrkirin.

Navê kesên hatine binçavkirin wiha ne: Sevcan Akdogan, Alî Hasan Akgul, Beyhan Gun, Turgut Onur, Huseyîn Kutuk, Eren Yilmaz, Ozgur Can, Erbîz Bakîcan Işik, Emircan Yazi, Baran Katar, Yildiz Turan, Coşkun Oztekîn.

Li aliyê din Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li Odeya Endazyarên Mekîneyê daxuyaniyek ji bo herdu parêzeran hate dayîn.

Berdevka Platformê Dogan Hatûn daxuyanîd da û diyar kir ku her kêliya diçe rewş xetertir dibe bang li her kesên xwedî wijdan dikin ku dengê xwe bilind bike. Hatûn anî ziman ku bê ku direng bibe divê desthilat gavan bavêje.