Malbatên parêzerên di rojiya mirinê de: Lezgîn berdin
Malbatên parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên bi daxwaza darizandina adilane di rojiya mirinê de ne, daxwaza ‘berdana lezgîn’ kirin.
Malbatên parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên bi daxwaza darizandina adilane di rojiya mirinê de ne, daxwaza ‘berdana lezgîn’ kirin.
Ji bo herdu parêzeran li ber Nexweşxaneya Dr. Sadî Konuk a Stenbolê daxuyaniyek hate dayîn.
Di dema daxuyanî ji aliyê malbatên parêzerên girtî ve hatin xwendin de, pankarta bi nivîsa, “Darizandina adilane maf e. Bila zarokên me tavilê bên berdan. Bila zarokên me bijîn” vekirin.
Meta Ebrû Tîmtîk Nûray Deniz Dogan got ku ev hefteyeke rewşa biraziya wê xirab e.
Dogan wiha doman: “Êdî bes e, tişta pêwîst çibe bila di demek herî kin de bê pêkanîn” û wiha got, “Ebrûyê bidin jiyîn.”
Xalê Ebrû Tîmtîk Yildirim Deniz jî fikarên xwe anî ziman ku her roja diçe xwarziya wê dihele.
Deniz got: “Ev edalet di destê we de ye, hûnê çawan ji edaleta xweda derbas bibin? Hûn jî wê gav bi gav bişewitin. Îro zaroka mi bişewita hûn jî wê bi şewitin. Zarokên me ji bo me bihêlin. Em dixwazin ku zarokên me bijîn.” Dogan di dema axaftina xwe de krîz derbas kir.
Hevsera parêzer Engîn Gokoglu Meral Yildirim Gokoglu jî da diyar kirin ku li vî welatî wê parêzer ji bo daxazên xwe bînin ziman, mexdûrê xwe birçî hiştinê dihêlin. Gokoglu got, ew na xwazin ku xizmên wan bi mirinê daxwaza mafên xwe bikin.