Li dijî êrîşên li ser Şengalê hashtaga #NoFlyZone4Sinjar
Sazî û rêxistinên sivîl li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê îşev saet 21:00’an li ser tevna dijîtal Twîtterê bi hashtaga #NoFlyZone4Sinjar nerazîbûnên xwe tîne ziman.
Sazî û rêxistinên sivîl li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê îşev saet 21:00’an li ser tevna dijîtal Twîtterê bi hashtaga #NoFlyZone4Sinjar nerazîbûnên xwe tîne ziman.
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Şengal û civaka Êzidî, sazî û rêxistinên Kurdistanî yên civaka sivîl li gorî saeta Kurdistanê saet 21:00’ê li gorî Ewropa jî saet 20:00’an bi hashtaga #NoFlyZone4Sinjar nerazîbûnên xwe li ser tevna dijîtal Twîtterê tîne ziman.
Di hashtagê de wê bê xwestin ku qada hewayî ya Şengalî ji balafirên şer ên dewleta Tirk bê qedexekirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 15'ê Hezîrana 2020'ê balafirên şer ên Tirk a dagiker hemwext Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kiribû.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker ku ji wê demê ve li Heftanînê de dest bi êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê kiriye, dem bi dem bi balafirên bêmirov ên biçek bombeyan li çiyayê Şengalê dibarînin.
Herî dawî roja 25'ê Tebaxê êrişeke hewayî kiribûn.
YBŞ'ê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku êrişên dewleta Tirk wê li pêşiya biryardariya wan a ji bo parastina cih û warê xwe nebe asteng û wê têkoşîna xwe heta serketinê bidomîne.