Li Kirşehîrê 14 girtî 101 roj in di greva birçîbûnê de ne

Li Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê 14 girtî li dijî şert û mercên li derveyî mirovahiyê 101 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê, 14 girtiyên siyasî li dijî pêkanînê kêfî û li dijî mirovahiyê bi mehan e di greva birçîbûnê ya dorveger de ne.

Girtiyan di 19'ê Gulanê de dest bi greva birçîbûnê kirin û piştî 32 rojan çalakî veguherandin greva dorveger a heft rojan carekê bi du koman.

Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Çetîn Yildiz, Îmam Bûzî, Saîm Ozdemîr, Mûhammed Veysel Adim, Cûmalî Yildirim, Mujdat Korhan, Firat Altûn, Alî Saday, Omer Hayat, Mazlûm Donder, Emrah Kina, Omer Bedîr, Feyaz Gulsoy û Mehet Can Yîgîner.

Parêzerê ji girtiyan Çetîn Yildiz Îsmaîl Tûran diyar kir ku muwekîlê wî bi îfadeyên derewîn bi 9 sal û 9 mehan cezayê girtîgehê hatiye cezakirin û ji Gulana 2017'an ve di girtîgehê de ye.

Tûran diyar kir ku daxwazên girtiyan hemûyan bi rengekî nehiqûqî tên redkirin, nameyên ku ji Wezareta Edaletê re dinivîsînin tên desteserkirin û îmhakirin."

Kekê Çetîn Yildiz Abdûllah Yildiz diyar kir ku ji ber şewbê hevdîtina malbatê ya li girtîgehan hatiye qedexekrin û anî ziman ku heta 21 mehan cezayê hevdîtina girtî û vekirî li girtiyên di greva birçîbûnê de ne hatiye birîn.

Yildiz got, "Hewl didin ku axaftina bi telefonê jî li girtiyan qedexe bikin. Xizmên me tên hişyarkirin ku dema bi telefonê axivîn têkildarî greva birçîbûnê de agahiyan nedin malbatên xwe."

Yildiz diyar kir ku ew bi navê malbatan dixwazin ku ji bo dawî li greva birçîbûnê bê anîn rêyeke çareseriyê bê peydakirin.