Wê roja Şemiyê cenazeyê Tîmtîk bê veşartin

Cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk a di roja 238’an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da hê jî li ATK’ê ye, parêzerên OHD’ê ragihand ku wê cenazeye roja Şemiyê li Goristana Gazî bê veşartin.

Cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk ku ji bo ‘darizandineke adil’ dest bi rojiya mirinê kiribû û di roja 283'yan a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsiyê li Saziya Tiba Edlî ya li Yenîbosnayê tê sekinandin. Xizmên Tîmtîkê, hevpîşeyên wê û bi gelek welatî li ber Saziya Tiba Edlî ne.

Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), ragiandin ku wê li ser wesiyeta li Cemxaneya Gaziyê merasîemek bê lidarxistin û wê roja Şemiyê li Goristana Gaziyê bê definkirin.

Her wiha parêzeran da zanîn ku xizmên Tîmtîkê naxwazin otopsiya wê bê kirin û gotin, dibe ku cenaze neyê danîn jî, ji lewra li ber Saziya Tiba Edlî ne.