ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Tebaxa 2020'an.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk destnîşan kir, ku desthilatdariya Tirk a heyî rêyên aştiyê hemû girtî ye, ji bilî qirkirinê li ser alternatîfekê nasekine û got, bi lêdana derbên giran aştî dikare bê bidestxistin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, "Avakirina dewlet û desthilatdariyê li ser civaka Rojhilata Navîn, eger weke ranta siyasî bê dîtin, wê mirov hîn bêhtir nêzî rastiyê bibin. Danheviyên civakî ji têkiliya efendî-kole bêhtir, bi rengê desteserkirina ji aliyê desthilatdarî û dewletê ve pêk tên."

Memyan Botan piştî birîndar bû ji bo nekeve destê leşkerên Tirk ên dagirker, bombeya li ser xwe teqand û tevlî karwanê şehîdan bû. Botan ku bi vî ruhê fedayî li Heftanînê destan nivîsî, bû yek ji lehengên serdemê.

Nivîskar Asfa-Wossen Asserate bal kişand ser koçberiya gengaz a ji Efrîkayê ber bi Ewropayê ve û destnîşan kir ku welatên Ewropayê divê dest ji piştevaniya dîktatoran berdin û 'ji bo rizgarkirina xwe' piştgiriyeke xurt bidin pêşveçûna Efrîkayê.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz got: "Darên ku ji bo çêkirina qaleqol û qereqolan tên birîn, ji aliyê cerdevanan ve ji bo firotinê ber bi bajarên Tirkiyeyê û Idlibê ve tên şandin."