HDP: Em bi hêrs in, xemgîn in

MYK a HDP’ê têkildarî Ebrû Tîmtîk a di roja 238’an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da got: “Banga lezgîn ji bo hikûmetê dikin; tehmûla me ji bo mirinên nû nemaye. Tavilê Aytaç Unsal berdin.”

Desteya Rêveber a Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a daxuyaniyek nivîskî da ev got: “Em bi bihîstina ku ji parêzvanên rojiya mirinê Ebrû Tîmtîk jiyana xwe ji dest daye pir xemgîn bûn. Helîn Bolek, Îbrahîm Gokçek û piştî Mûstefa Koçak Ebrû Tîmtîk di encama polîtîkayên mirinê yên desthilata AKP’ê de jiyana xwe ji dest dan. Desthilata AKP’ê ya bû dedema mirina Ebrû Tîmtîk mafê jiyan û edaletê ya parêzerek jin a ciwan a qîrîna ji bo edaletê bi nemerdane ji destê girtin.

Bi dehan carî me ji bo Ebrû û Aytaç ên di rûniştina yekem de hatin berdan lê li ser zexta desthilatê hatin girtin her saet û her kêlî krîtî dibe qîr kir. Dengê Ebrû ya ji bo darezîneke bi edalet kete rojiya mirinê bi milyonan kesî dengê edaletê xwest. Ebrû ne ji bo xwe tenê ji bo her kesê mafê darezîna bi edalet xwest. Ev mirina li ser nehestyarbûna û piştguhxistina hikûmetê pêk hat, ji bo edaleta ku li welat êşa can dikişîne bû dîrokek.

Banga lezgîn ji bo hikûmetê dikin; tehmûla me ji bo mirinên nû nemaye. Tavilê Aytaç Unsal berdin, divê daxwaza darezandina bi adil bê pêşwazîkirin û li nexweşxaneyek baş bê dermankirin. Bang li raya giştî dikin. Em bi hev re Aytaç bidin jiyîn. Divê jiyana Aytaç li ber wijdana desthilatê nehêlin, hê zêdetir hestyar tevbigerin.

Em êşa mirina Ebrû dikişînin, serê malbat, dost, hevpîşe û Buroya Hiqûqê ya Gel saxbe. Em soz didin ku ala edaletê ya ku Ebrû Tîmtîk bi cesaretekî mezin li ba kir, bi rûmetekî mezin em ê hilgirin. Em ê bi hişmendiya daxwaza wê ya edaletê ji bo hemû civakê ye, têkoşîna edaletê em ê bi hev re bidomînin.”